Zimanê Helîm Yûsiv ê ku di çîrokên xwe de bi kar aniye qet balê nakîşîne ser xwe. Heke em wekî formalîstên rûsan bibêjin zimanê wî ne zimanekî rêxistinkirî yê li dijberî zimanê rojane ye. Formalîstên rûs teoriya xwe li ser dijberiya zimanê rojane ava kiribûn. Li gorî wan heke ziman balê bikişîne ser xwe ew zimanekî edebî ye.
Wekî Terry Eagleton gotî li gorî formalîstan dema ku em li hevokeke wekî; “Ey bûka bêdengiyê ya destlênebûyî” rast bên em bi carekê re fêhm dikin ku em di atmosfereke edebî de ne; em ji bêrêjeyiya di navbera şanîdêr û şanîkirî de fêhm dikin ku ev ziman balê dikişîne ser xwe û dijberê zimanê rojane ye.
Heke em li gorî vê pênaseya formalîstan biçin ango em edebiyatê li ser dijberiya zimanê rojane ava bikin teoriya formalîst qada sepanîna xwe tenê dikare di helbestê de bibîne û di çeşnên din ê edebî de wê biteqine.
Helîm Yûsiv bêyî ku zimanekî dijberê zimanê rojane bi kar bîne piraniya çîrokên xwe bi zimanê rojane saz kirine. Heya ji wî hatiye jî ew dilsozekî zimanê rojane ye.
Niha heke em li gorî formalîstan biçin, çîrokên Helîm Yûsiv nakevin ber helsenganginên edebî loma zimanê wî balê nakişîne ser xwe. Gelo bi rastî jî wisa ye? Ango ji bo ku Helîm Yûsiv dildarekî zimanê rojane, pêgirê zimanê rojane ye, çîrokên wî ne edebî û balê nakişînin ser xwe?
Na, tam jî ji bo ku zimanê Helîm Yûsiv - di nav çarçoveya formalîstan de – “balê nakişîne ser xwe” zimanê Helîm Yûsiv balê dikişîne ser xwe û xwendevên neçar dihêle ku çîrokên wî peyv bi peyv werin xwendin.
Li gel ku zimanê ku Helîm Yûsiv di çîrokên xwe de bi kar tîne zimanê rojane ye jî çîrokên Helîm Yûsiv berhemên edebî ne û berhemên ku dikevin nav “edebiyate qenc” de.
Di vê nivîsa xwe de li ser çîrokeke Helîm Yûsiv a bi navê “Peymaneke bi Ezraîl re” li gel ku bi zimanê roje nivîsiye jî em ê hewl bidin bê çawa balê dikişîne ser xwe û çawa dibê berhemeke edebî, edebiyateke qenc.
Dema ku ev çîrok were xwendin tê xuyan ku yek peyveke ku ji vê çîrokê were avêtin nîn e, belê, yek peyv jî. Ango di vê çîrokê em li peyveke “zêde” rast nayên.
Tê gotin ku ji Rodîn ê peykartraş pirsîne bê ka gelo ew peykerên xwe çawa çêdike wî jî bersiv daye dema ku ew tişta zêde ji kêvir davêje peyker ji ber xwe ve dertê meydanê.
Belê çawa ku heya di kêvir de tişta “zêde” hebe ev zêdehî li hemberî têkûzbûna berhemê dibe asteng, jê re dibe kelem û nahêle “peykerê di kêvir” de xwe derxîne meydanê, di edebiyatê de jî peyva zêde nahêle ku berhema edebî bigihîjê qonaxa dawî û ew pêk bê. Ji bo vê jî çawa di peykertraşiyê de huner bi ji kêvir avêtina parçeyên zêde pêk tê, edebiyat jî bi ji axaftina rojane avêtina peyvên zêde pêk tê.
Di berhemeke edebî de hemû peyvên “zêde” ên ku bi kêrî sazkirina avaniya wê neyên li pêşberî edebîbûna wê dibin asteng û derbê li asta berhemê dixin.
Ji bo vê jî wêjevanek divê di wê hewldanê de be ku yek peyva zêde jî di berhema xwe de bi cih neke. Dema ku em li çîroka navborî ya Helîm Yûsiv dinêrin, em dibînin ku çîroknivîskar di çîroka xwe de cih nedaye yek peyva zêde jî. Ango bi hostatiya peykertraşê ku tişta di kêvir de zêde jê diavêje û bi vî awayî berhema xwe pêk tîne, Helîm Yûsiv jî hemû peyvên zêde yê ku dema çîrok bi devkî, bi axaftinê were gotin wê werin bikaranîn ji çîroka xwe avêtiye.
Naxwe teoriyeke edebî divê ne li ser dijberiya bikaranîna zimanê rojane were avêkirin lê divê di berhemeke edebî de li ser pîvana çiqas peyv, hevokên zêde hatine bikaranîn were avakirin.
Heke di berhemeke edebî de bikaranîna peyv, hevokên zêde hebin em dikarin bibêjin ku ew berhema edebî ji edebîbûnê bi dûr dikeve, dikeve nav edebiyate neqenc de.
Belê, heke em li gorî van pîvanan nêzî çîrokên Helîm Yûsiv bibin, bi taybetî jî nêzî çîroka bi navê “Peymanek bi Ezraîl re” bibin, li gel avabûna çîrokê ya bi zimanê rojane jî, di çîrokê de bi cihnedana yek peyva zêde jî em dikarin bibêjin ku çîroka Helîm Yûsiv di nav kategoriya edebiyatê de cih digire; di nav “edebiyata qenc” de cih digire.
Di vê çîrokê de em li mîmarîyeke bêhempa rast tên; mîmariyeke wisa ye ku dema ku yek peyv, belê yek peyv jî ji vê avaniyê were kişandin hemû avanî wê ji hilweşe, birûxe.
Wekî dawî her çiqasî di zimanê Helîm Yûsiv de li gorî formalîstan bêrêjeyiyek di navbera şanîdêr û şanîkirî de nebe jî, rêjeyiyek di navbera şanîdêr û şanîdêran de heye; rêjeyiyeke wilo ye ku bi vê rêjeyê bi ti awayî nikare were lîstin. Ev jî ji bo edebîbûna berhemekê, ji bo ku di nav kategoriya “edebiyata qenc” de were bicihkirin bes-sedem e.
***
Nivîsa eleqedarê vê nivîsê: