Yek ji hêmana herî girîng a ku fenomeneke civakî dike fenomeneke civakî ew e ku dema ku mirov li pêşberî wê fenomene civakî derdikeve, fenomena civakî bi hêza xwe ya heyî, li ser mirov çewsandinan pêk tîne û bo vê jî mirov neçar dimîne ku wê qebûl bike.
Dema ku em li gorî vê hêmanê bala xwe bidin zimanê kurdî, em ê bibînin ku li gelek bajar û navçeyên kurdan zimanê kurdî êdî ji statûya fenomentiya civakî ketiye û cihê xwe ji tirkî re hiştiye.
Dema ku mirov berê xwe bide bajarên tirkan, mirov neçar dimîne ku li wan bajaran bi zimanê tirkî biaxive; loma li bajarên tirkan zimanê tirkî fenomeneke civakî ye. Zimanê hemû saziyan, zimanê bazarê, zimanê civakê, yê kolanê, medyaya dîtbar û niviskî bi tirkî ye. Ji bo vê jî, da ku tu bikaribî têkiliyeke durist bi civakê re deynî, da ku tu li derveyî civakê nemînî, da ku tu bikaribî debara xwe bikî, neçarî ku hetanî radeyeke bilind tu bi zimanê tirkî bidî û bistînî. Lê li bajarên kurdan em nikarin behsa vê ''mecbûriyet''ê bikin. Îro, li gelek bajarên kurdan, ji derveyî saziyên fermî û qadên bazarê jî, zimanê kurdî cihê xwe ji zimanê tirkî re hiştiye. Em dikarin bibêjin ku zimanê kolanê jî bûye tirkî, yê parqan, yê malê jî.
Îro li bajarên kurdan dema ku tu bi kurdî nedî û nestînî jî, tu hemû dan û standina xwe bi tirkî bikî jî, wê zimanê kurdî nikaribe rahêje doqikê xwe û wê li serê me bixîne û ji me re bibêje, ''Li vir tu yê bi kurdî biaxivî, naxwe tu yê derveyî civakê bimînî.''
Berî bi 20 salan dibe ku li bajarên kurdan zimanê kurdî fenomenek civakî be. Dibe ku ji bilî saziyên fermî li hemû qadên din, zimanê serdest zimanê kurdî bû û bo ku kesek ji civakê nehata vederkirin, bo ku di nav civakê de ji xwe re cihekî peyda bikira û bi civakê re têkiliyek dirist saz bikira, ji neçarî diviyabû bi kurdî bida û bistenda. Berî bi 20 salan li bajarekî kurdan ku kesek bi tirkî biaxiviya, milet wê bi çavê biyaniya li wî/ê kesî/ê binêriya û heke ew kes kurd bûya, da ku peyama ''ez jî ji we me '' bidaya civakê wî/ê wê ji neçarî dest bi axaftina bi kurdî bikira. Lê îro, dema ku tu li bajarekî kurdan bi zimanê tirkî biaxivî wê kes te ''biyan'' nebîne û bi çavên pirsiyar li te nenêre. Îro li bajarên kurdan, li hemû qadên jiyanê, bêyî ku tu li hêza çewsîner ya zimanê kurdî rast bê, tu dikarî hemû jiyana xwe bi kirkî bibihurînî.
Ji bo vê jî, li şûna ku em hev tawanbar bikin û bibêjin, ''tu nizam çi yî, çima bi kurdî naxivî?'' û hwd. divê em rewşa zimanê kurdî ji pencereya zanista sosyolojîk analîz bikin û li gorî vê analîza xwe jî divê em pirsên wekî, ''Divê em çi bikin? Em ê çawa bikaribin statuya fenomena civakî li zimanê kurdî vegerînin? Ji bo ku em bikaribin pêşî li vê têkçûnê bigirin ji îro şûn de demilsdest divê em çi bikin?'' û pirsên bi vî awayî ji xwe bikin û li bersivên wan bigerin.
Naxwe, bi hev du tawanbarkirinê min ne bawer im ku em zimanê kurdî ji vê xetereya mezin, ya ku wê ber bi tunebûnê ve dibe rizgar bikin.


