logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Soranî û 53 şagirtên dibistanên Seddam

  • Dîrok: 01/05/2008


Yek ji daxwazên serokê Iraqê yê berê Seddam Hisên ew bû ku piştî çûna xwe Iraqeke ji kavilan li pey xwe bihêle. Eger mirov li rewşa Iraqê binêre, mirov bi hêsanî dibîne ku ew daxwaza wî pêk hatiye. Li başûrê Kurdistanê, wekî parçeyeke Iraqê, mirov çiqasî li wan kavilan li kolanan rast neyê, lê dîsa jî bi hesanî mirov dikare li kavilên mentelîte û zihniyeta Seddam di warê çapemenî û nivîskariyê de rast bê. Her çendî ew nameya ku 53 nivîskar û kesayetên ku bi soranî dinîvîsînin ji bo min ne cihê matmayînê be, lê dîsa jî mînakeke ji berdewamiya wê mentelîte û zihniyeta ku zêdeyî sîh û pênc salan bandora xwe li ser hiş û bîr û mejiyê van kesan kiriye. Bê guman, mafekî rewa ye eger ew bixwazin soranî ji bo xwe û herêmên ku ew lê dijîn ji Kurdistanê bikin standard, lê tirajediya mezin di nîvê duyem ji meselê de ye ku dixwazin ew zaravayên kurdî yên din bikin malê muzîxaneyan ku tenê ji bo çareserkirina seqetiyên zaravayê soranî bibin alîkar. Bi vê zihniyeta nexweş û Seddamî dixwazin zimanê Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran û Melayê Cezîrî li Kurdistanê qedexe û paşguh bikin. Hewildanên wisa bi alîkariya dewleta tirk ji destpêka sedsala çûyî de li Kurdistanê dibin, lê her car mane girêdayî bandora siyasetan. Tiştê nû di vê derbarê de ku ev dengê qirêj ji hêla helbestvan û nivîskarên soran de bilind dibe. Herdem di piratîkê de li herêmên soranîaxêv muameleya dijminan bi kurmanciyê re dibû û niha jî ev muamele berdewam e. Li Tirkiyê çawa ku kurmancî mîna zimanê gundiyan, zimanê ku nikare bibe zimanê nivîsandin û afirandinê, zimanê xelkên çiyayî ku divê ji holê bê rakirin û ji entîkxaneyan re bibe mal, li Silêmaniyê jî bi vî çavê biçûk li kurmanciyê tê nerîn. Wekî mînak, bi dehê caran şêrko Bêkes di hevpeyvînên xwe de gava pirsa edebiyata kurdî li Sûriyê jê dibe, tenê navên çend dostên xwe yên erebînivîs dizane û wan dibêje. Her wiha li Silêmaniyê jî eger ji bilî Selîm Berekatê erebînivîs yek ji nivîskarên kurd ji Sûryê nehatiye xelatkirin yan jî vexwendin.

Dema Qureyşiyan derbasbûye kaka:

Sosreta van rewşenbîr û nivîskarên mejîseqet ew e ku nikarin xwe ji derveyî mînaka ereb, faris yan jî tirkan bibînin. Gava ku qala biyaniyan dibe jî, wê qala wan derdorên Nazîst an jî Faşîst yên ku desthilatdariyên ereban di bin bandora wan de mabûn de, dikin. Mînaka zimanê erebî ji xwe re dikin nimûne ku zimanê Quranê hemû ereb kirine yekziman û ew zimanê Quranê jî bixwe devoka eşîra Qureyş bû. Ango devoka yek eşîrê li cem ereban bû standard û hemû ereb di riya wê re xwe mîna yek milet û yekziman dibînin. Evên soranîaxêv jî devoka herêma xwe, Silêmaniyê, didin beramberî devoka Qureyşiyan û dixwazin serbora ereban li ser kurdan jî kopî bikin. Li vir du xalên giring têne ji bîr kirin, yek jê kurd ne ereb in û taybetiya zarava û zimanê her miletekî ji yê din cuda ye. Ya din jî ew e ku zêdeyî hezar û çarsed salî di ser vê serboreya ereban re derbas bûye û dem jî wisa nîşan dide ku vê çareserkirinê ji ereban û zimanê wan re bi hezarên probleman bi xwe re anîne. Ji bilî çarçoveya olî ya vê meselê, tu Quranên kurdan jî bi soranî tune ne. Berevajî wê, hemû kilasîkên kurdan ên kevin bi kurmancî ne û temenê nivîsandina soranî  nagihîje dused salî. Îca ev 53 kes, çawa dikarin zimanê me yê ku, bi kêmanî, ji çarsed salî de pê tê nivîsandin û heta roja îro hatiye, wê qedexe bikin û li şûna wê devok, lehce û zaravayên xwe bi cih bikin. Gelo ev ne daxwazeke sosret e?

Aliyên siyasî yên vê banga qirêj

Dema mirov li pirsgirêka zimanê kurdî li başûrê Kurdistanê dinêre, mirov eşkere dibîne ku serkêşiya soranîperestiyê Yekîtî Niştiman dike. Piraniya van 53’yan, eger em nebêjin hemû, di bin sîwana vê partiyê de mîna eskeran kar dikin. Têkiliya wan ji têkiliyeke rewşenbîrî bêhtir têkiliyeke eskeran bi birêveberiyê re ye.  Ji ber ku piraniya kurdên başûrê Kurdistanê soranîaxêv in, ev yek dibe sedem ku her du partiyên sereke di mijara bicihkirina soraniyê  û paşguhkirina kurmanciyê de têkevin pêşbaziyê. Ji bo qezencên partîtiyê û berjewendiyên rêxistinî hetanî bi birêveberiya Partiya Demokrat jî, ku gelek ji wan ne soranîaxêvin, bi soranî karê xwe dikin. Balkêş e ku di çapemeniyê de, di alavên ragihandinê de, hetanî bi kurmancîaxêvan, ji ber sedemên siyasî, bi soranî diaxivin. Ji bilî çend demên ku bi xelkên Behdînan re bin, ne serokwezîr û ne jî serokê herêmê bi kurmancî naaxivin, tev ku kurmancî zimanê wan e. Li vê derê redkirina hewildanên jiholêrakirina kurmanciyê ji hêla serokê herêma Kurdistanê ve cihê rêzê ye, lê ji ber berjewendiyên xwe yên partîtiyê yên teng gavên wêrek jî ji bo bicihkirina kurmanciyê li kêleka soraniyê nayêne avêtin. Ev jî cihê mixabiniyê ye.
Tiştê ku bala min kişand ew e ku, ez li çend nivîskar û rewşenbîrên duhokî yan jî zaxoyî rast hatim, wan ji min dixwest ku em (kurdên perçeyên din) têkilî vê mesela wan û ziman nebin, ew kurmanc in û ew bi xwe dixwazin tenê soranî bibe Standard. Balkêş bû ku hemû kesên ku ev yek digotin endam û alîgirên Yekîtî Niştiman bûn!

Çare çi ye:

Di baweriya min de ne ev 53 kes û ne jî 53 hezar eskerên wan ku hebin, dikarin kurmanciyê ji holê rakin. Wisa jî min nedîtiye ku yek rewşenbîr yan nivîskarê kurmanc doza standardkirina kurmanciyê û jiholêrakirina soraniyê kiriye. Eger tiştekî wisa bê gotin jî, emê li hember derkevin. Her du zarava, dikarin li kêleka hev û bi hev re li seranserê başûrê Kurdistanê bibin standard.

helimyusiv@hotmail.com

Hin Nivîsen Nivîskar

"Mirî Ranazin" 20 salî ye

  • 13 Berfanbar 2017

Sal 1996 bû. Hezîran bû.Yekem pirtûka min a bi kurdî hat weşandin. Wê salê nû Weşanxaneya Avestayê dest bi weşanê kiribû û bi bergê xwe yê zer...

Wêneyek û şîroveyek: Li Kobanî bavek û sê zarok

  • 17 Kewçêr 2014

Hebû nebû, keçikên min, welatek hebû. Gava Xwedê dinya çêkir, ew welat di devê guran de ji bîr kir. Ji ber vê, divabû her sibe dê û bav li...

Bi mînaka Cezayîrê tofana asîmîlasyonê

  • 09 Tebax 2009

Agahiya yekem:Cezayîr yek ji welatên ereb e ku di bin destê frensiyan de bû. Di sala 1962‘yan de gihîşte perava azadiyê. Bû welatekî serbixwe û zimanê...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

'Di salên 1990'î de kurd û Kurdistan' tê nîqaşkirin

ad

Oguz: Em hejmara 386'an derxin 10 qatên wê

ad

Pêşangeha li ser Wedat Aydin vedibe

ad

YSK: BDP nikare beşdarî hilbijartinê bibe

ad

Helbestên li "Bênder"ê

ad

Hunermend Akkiraz beşdarî CHP'ê bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname