logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çûyîna Bavo ya Hecê!
  2. Arsenal an PSG? Encam diyar dibe
  3. Mezinê Ewropayê diyar bû
  4. Fîlozof Edgar Morin mir
  5. Festîvala Boreka Kurdan li dar ket

Aynur Aras

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Aynur Aras

Aynur Aras

Serhildana qîzên kurdan ên nifşê duyemîn

  • Dîrok: 21/06/2023
Nifşê duyemîn, qîzên ku di temenê piçûk de bi tevî malbatê koçberî Swêdê kirin û dîsa qîzên li welêt ên ku bi temenê xwe hê piçûk bûn, hîn eqreba ên ku li Swêdê bi cih bûbûn, diçûn welêt û keçikên hê hijdehsaliya xwe tije nekiribûn, bi rêyên sexte temenê wan mezin dikirin, an bi lawê xwe re dizewicandin, an jî mêrek li Swêdê bi alîkariya qîzek/jinek swêdî îqama Swêdê werdigirt; piştî jiyana xwe bi rêk û pêk lêdikir, bi fend û fund dev ji wê însana bêguneh diqîrî, keçikek panzdeh, bist sal ji xwe piçûktir, ji xwe re dixwest û dianî Swêdê.
Sosreta li ser sosretê jî, van tîpan di civak û sohbetên xwe de, wisa bêperwa û xayîniya xwe li ser însanek mehsûm a ku jiyana xwe di saya serê wê de ronî kiriye, qaşo xwedêgiravî “girêdayîna xwe ya, ji kultur çand û zimanê xwe re halan dikir..!"
“Welleh piştî min îqama xwe sitand îşekî xwe jî dît, min pehînek li qûna wê xist, yaw keçikên me kurdan başqe ne, Xwedê wekîl e, ew du salên mecbûrî bi wê jinê re mam (ji bo îqama dewamî, divê meriv du salan bi wê/wî re zewicandî bima) 
Dîsa li jor Xwedê dizane, de min çi îşkence kişand, bêmirêz in, genîne, bêhn ji wan tê, ji bo Xwedê, jina mirov a ku nizanibe şamborek, kutilkan çêkê û pelan bipêçe, vêca mirov ê çike ji wê jinê..”
Kesên li dor sohbetê jî, mînanî merîfetek be, dikeniyan û peyvên wî, dipejirandin kal didane binê piçengê..!
Lê dibêjin Xwedê ji dûr dike ji bîr nake..!
Wan tîpan herî zehf sê an çar salên bi xweşî bi wê jina temen piçûk re derbas dikir..!
Piştî sê, çar sal derbas dibûn, çavên ji xew de vedibûn, zilam, nifşek bû, jinik jî nifşek din…
Teraziyê ew têkilî wernedigirt, gazin û gule gula jinê dest pê dikir, de ew, ew qas sal ji wê mezintir e, de ew ji ger, kêf û seyranê hez dike, lê mêr mînanî mirîşka ser kurka naxwaze serê xwe ji malê derxe..an jî, jinê didît li welatê Swêdê kes mecbûrê zor zextiya kesî nîn e..dev ji hev û du diqirin, jin bi jîyan, zarok û malê de diket, mêr jî dîsa bi dû pîr û jinên Swêdî diketin..
Qîza piçûk a ku bi malbatê re hatî, ji salên nodî pê de, wê jî dest bi îsyanê kir, neheqiya bav a li hember dê qebûl nedikir, neheqiya malbatê a li hember xwe qebûl nedikir, dê malbat mafê ku dide birayên wê, çima ew ji wan mafan mehrûm e? Çima kurên kurd dikarin bi qîzan re têkilîyê vekirî ber çavên malbatê lêkin, çima qîz nikarin? Çima kur bi hetanî derengiyê şevê li dervene çima qîz nikarin? Çima kur bi keçikên swêdî re diajon tên malê nav malbatê, çima ew mafê qîzê nîn e?..
Dem dewran hat wê astê, kurdan qîzên xwe bi zorê birin welêt ku bi lawên xizmên xwe re bizewicînin; keçikê nexwest, bavî keç li welêt kuşt…!
Qîzê got ezê bi hezkiriyê xwe yê swêdî re bizewicim, ji alîyê malbatê ve hat kuştin..
Di wan zemanan de kurd, di masmediya Swêdê de mînanî sembola qewmê qîzên xwe kujer hatin pênase kirin..!
Nefret û xeybeta xelkê swêdê ên hemêza xwe ji wan re vekirî bêsînor pêl li ser pêlê da..
Ji ber mediyayê digotin ew kultura wan e, lê her çendî xelkê kurd ên ku li ber xwe diketin û hawar dikirin, de ew ne kultura xelkê kurd e, di dîrokê de bi hetanî roja îroyî, jina kurd ciyekî xwe yê bi qedr û siyanet heye, qîzên kurd lehengên ku li hember ordiya dinyayê ya sêyemîn ji bo welat û şerefa xwe berxwedanê dikin hene..!
Mixabin hawara wê çenga kurd li hember medya Swêdê pêk nedihat…!
Bi hetanî wan deman ku kurdan li Swêdê xelkê ku herî zêde qîmet û siyanet ji aliyê xelk û hikumeta Swêdê werdigirt bû..
Jixwe Olof Palme dostekî kurdan ê herî xwedî dilsoziya xwe bû…!
Lê kurdên dilsozên kultur û çanda xwe, bi inyat dev ji berxwedana xwe bernedan û dîsa xwe îspat kirin, de kujerî ne kultura wî qewmiyê, de ew bi xwe li hember zexta li ser jinê ne..!
Û piştî sal-zemanên zehmetkêş ew demxe li ser xelkê kurd rabû. Ez dikarim bibêjim di deh salên dawiyê de, qîza kurd ji birê xwe bêhtirîn azad tevdigere. Ew qîzên kurd bi jîrekbûna xwe û destpiştxistina malbatê ve, xwendinên bilind dikin û hatine qonaxên mezin..!
Di piçûkatiya min de, kalikê min digot, gava ku jinê laçika serê xwe diavêt erdê, şerên mezin çarmixkî di cih de disekinîn…!

Not: Ev beşa diduyan a nivîsê ye. Beşa yekemîn ev e:
- "Swêd Swêda jinan e"
Hin Nivîsen Nivîskar

Kedê mohra xwe li dîrokê xist…!

  • 26 Tîrmeh 2024

Keda bi salan min daye ji bo wêjeya welatê xwe. Niha hêdî bi hêdî, dibe dilxweşî û li min vedigere. Ez di betlana xwe ya îsal de, çûme welêt û Tirkiyeyê. Berê li Stênbolê îmzeya romana min a dawî derket ya bi...

Du welat û nivîs

  • 01 Avrêl 2023

Merheba,Qîza ji Serhedan, jina li Swêdan im.Ji vir pê de, di her derfetê de, ez ê helw bidim bi we re bim.Ezê ji we re behsa zimanê welatê ‘xwe yê...

Bav û Keç…!!!

  • 27 Sibat 2024

Di qanûna dinyayê de..qanûna xwezayê de..anatomiya însên de..û ji hest û hormonên keçan..eşqa zafî keçan a yek em bavê wan in..!*Lê belê...

Hemû Nivîsen Aynur Aras

Aynur Aras kî ye?

Aynur Aras li gundê Melle Osman ê Qerayaziya Erzeromê hatiye dinê ye. Wê li gund dest bi dibistanê kiriye û paşê li metrepolên Tirkiyeyê dewam kiriye. Aras di sala 1993'yan de li Swêdê bi cih bûye û ji sala 2000'î ve li wir, li nexweşxaneyeke Unîversîteyê hemşîretiyê dike.
Aynur Aras ji sala 2007'an ve bi rêk û pêk helbestan bi kurmancî dinivîse. Wê dest avêtiye romanê jî.
Pirtûkên wê ev in:
- Xemla Rondikan, Helbest, Weşanên Ar, 2012
- Leylana Kest, Roman, Weşanên J&J, 2016
- Berf û Berf, Roman, Weşanên J&J, 2023 

Youtube Me

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
Ev jî hene
ad

Rekora Tirkiyeyê: Li Ewropayê 33, li Tirkiyeyê 29 T.Dîrektor guherîn

ad

Li Amsterdamê Rojên Fîlmên Kurdan li dar dikeve

ad

Parqa Amûdê

ad

Xelata Man Booker dan David Grossman

ad

Ji bo Hatîp Dîcle malpereke hate sazkirin

ad

Li dinyayê herî zêdê Beckham pere kar dike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çûyîna Bavo ya Hecê!

  • 30 05 2026
news

Arsenal an PSG? Encam diyar dibe

  • 29 05 2026
news

Mezinê Ewropayê diyar bû

  • 30 05 2026
news

Fîlozof Edgar Morin mir

  • 30 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname