logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Sê roj li Brukselê

  • Dîrok: 15/05/2008

 

Rêxistina Het beschrijf ya wêjeyî li Brukselê ligel Enstîtuya Kurdî li wê derê, du rojên wêjeyî 18-19. 04. 2008 amade kiribûn. Di van her du rojan de hatibû pilankirin ku heft nivîskarên kurd bên cem hev û li wan û li berhemên wan bê guhdarîkirin. Nivîskarên ku hatibûn destnîşankirin ev bûn: Şahînê Bekirê Soreklî, Hêvî Berwarî, Hasan Kaya, Ferhad Pîrbal, Konê Reş, Ibrahîm Selman û Helîm Yûsiv.
Di kovara wêjeyî "Deus ex Machina" ya ku bi zimanê Filamanî-Holendî derdikeve dosyayeke dewlemend li ser wêjeya kurdî hatibû belavkirin, têde berhemên van nivîskaran hatibûn wergerandin û weşandin. Piraniya wergerên ji kurdî ji hêla ciwanê kurd ê zîrek û jêhatî Sîdar Bengîn Epozdemir ve hatibûn kirin.

17. 04. 08
Demeke dirêj derbas bûbû ku min hunermendê brukselî Rehîmo nedîtibû. Berî her kesî ew hate bîra min ku em wê nîvrojê bi hev re herin cihê civatê. Di dema xwe de, li Stasyona navendî Rehîmo li benda min bû. Ji ber ku her yek bi derekê de çûbû, ez ji ber deriyê Enstîtuya Kurdî wê rojê vegeriyam mala Rehîmo. Ez wisa têgihiştim ku dema hevdîtinê wê êvarê be.
Wê êvarê zelal bû bê kî hatiye û kî nehatiye. Di rûniştina li ser xwarin û vexwarina êvarê de hate naskirin ku Ferhad Pîrbal û Hasan Kaya ji ber sedemên teknîkî ku girêdayî tevliheviyên bidestxistina Vîza nikaribûn bihatana. Lê sê nivîskarên din ji Başûr ku navên wan di bernameyê de tunebûn hatibûn, ew jî ev bûn: Hesen Silêvanî (Serokê Yekîtiya Nivîskarên Dihokê) - Xeyrî Bozan û Abdal Nûrî. Bi tevlîbûna wan û her du xanimên endamên Het beschrijf Sigrid Bousset a (Director) û Brigitte Neervoort a (Programmator) ligel xwediyê keda mezin Derwêş Ferho (Serokê Enstîtuya Kurdî) û nivîskarên beşdar civatek fireh hate gerandin. Li wir min deqê îngilîzî ji nameya nivîskarên kurd dît, ew nameya ku wê roja din têketa destê wezîrê Kultûrê yê Filaman ku wî jî wê di riya xwe re bigihanda Komîserê Çandê yê Yekîtiya Ewropayê. Nameyeke ecêb bû, ji hêla F. Pîrbal ve hatibû nivîsandin. Tê de pesnê kurdan û dîroka wan a dûrûdirêj hebû, tê de navên hemû kurdên ku di dîrokê de xizmeta ereb û tirk û farisan kiribûn hebû ji Selahedîn hetanî Ibnulesîr û Ibinxelkan û her wisa. Min ji wan re got ku bi çi awayî be, nabe ku ev name bi navê me bê pêşkêşkirin. Lê ji ber tunebûna demê wê şevê Ş. Soreklî, I. Selman û min, bi hev re, em di nivîsandina nameyeke nû de xebitîn. Berê gotareke Soreklî jî amade bû, tiştin ji wê jî hatin hilbijartin û ji nameya Pîrbal tenê çend hevok man û wisa nameyeke nû amade bû ku vê dawiyê deqê wê di alavên ragihandinê de hate belavkirin.
Her wisa min ji xanim Sigrid naskir ku rêxistina wan salê carekê çend nivîskarên miletekî vedixwînin Brukselê û ji nav wan jî nivîskarekî wekî mêvan, dora şeş hefteyan, li wir dihêlin. Divê ew nivîskar bi îngilîzî zanibe û di vê demê de nivîsekê li ser Brukselê binîvisîne. Mêvanê wanî îsal jî Şahînê Soreklî bû.

18. 04. 08
Roja din piştî nîro me berê xwe da cihê konferansa çapemeniyê li Wezareta Çandê ya Filamanî. Di dema xwe de Wezîrê Çandê Bert Anciaux hat. Bi germayî xêrahatina me kir û li ber hevhemêzkirina her du alên xweşik, ya belcîkî û ya kurdî, piştgiriya xwe ji bo kurdan û ji bo doza wan anî zimên. Piştî bersivdana pirsên rojnamegeran hêdî hêdî civat belav bû. Divabû wê êvarê dest bi şevbuhêrka wêjeyî ya yekem bibe.
Cihê şevbuhêrkê Passa porta bû. Cih nêzîkî Otêla Atlas bû, ya ku em lê diman. Passa porta, hem pirtûkxane û hem jî wekî mala wêjeyê ya navneteweyî tê binavkirin. Li wir, ji bo wergerê, amadeyiyên baş hatibûn kirin. Hemû beşdar û kesên amade dikaribûn bi sê zimanan kurdî -  filamanî û frensî, ku her du zimanên fermî yên Belcîkayê ne, li axavtinan guhdarî bikra. Ji bo vê yekê her dem Sîdar Epozdemir û Şêrko li paş alavên denguheztinê, ji bo wergerê, amade bûn. Wê şevê nîvê nivîskaran li ser wêjeya kurdî axivîn û nîvê din berhemên xwe xwendin. Di nav re danûstendinê, her wisa stiran û muzîka kurdî ya Dilovan û Hekîm atmosfereke germ peyda kiribû.
Ji bilî wê, du tiştan ez mijûl kiribûm. Yek jê dîtina dostê min Konê Reş ku zêdeyî heft salan e min ew nedîtibû. Pirtûka Xorşîd Ehmed ya li ser çîroka kurdî li Sûriyê ku nû bi erebî derketibû, ji bo min,  bi xwe re anîbû, dîtina wî û naveroka vê pirtûkê ez deh-pazdeh salan vegerandibûm bi paş de. Ya din jî naskirina serboreya Ibrahîm Selman bû ku ew qas roman û helbest bi Holendî nivîsandibûn û çapkiribûn. Min tenê bi navê wî wekî derhêner dizanibû.

19. 04. 08
Ji bo gera li cih û deverên wêjeyî yên Brukselê, Ibrahîm Selman, Konê Reş, Bedirxan Epozdemir û xanima wî û ez, em amade bûn. Rêberê me yê belcîkî em li dever û şop û şûnên ku wêjevan û ronakbîrên navdar tê re derbas bûbûn yan jî, demekê ji deman, li wan deveran bi cih bibûn gerandin. Em li meydana Brukselê rawestandin û tiliya xwe ber bi aliyê qehwexaneyekê vekir û got:
- Li vê derê sê salan Viktor Hugo jiyaye.
Roja berî wê min û Şahînê Soreklî li wir me qehwe vexwaribû, lê me nizanibû ku şûn û şopa Hugo jî li wê deverê heye. Rêberê me em li kolanekê rawestandin û berê xwe ber bi nivîseke sipî ku li ser çargoşeyeke reş bi cih bûbû, vekir û got:
- Li vêderê Paul Verlaine demançe berda hevalê xwe Arthur Rimbaud û ew birîndar kir.
Pê re jî ew çîroka seyr a evîna her du helbestvanên frensî di serê min de şiyar bû. Wisa jî cihê ku Karl Marks û hevalê wî F. Angels lê mane, her wisa navin din û xweşiktirîn otêl li Brukselê ku berê girtîgeh û xerabtirîn cih bû. Gera me li cem peykerê Donkîşot û hevalê wî Sanşo bi dawî bû. Ev peyker kopiyeke ji peykerê wî yê Madrîdê bû. Ev peyker wekî diyarî dabûn Brukselê piştî ku wekî paytexta Yekîtiya Ewropayê hatibû hilbijartin.
Êvara dawî jî li Passa porta derbas bû. Nivîskarên ku duh berhemên xwe xwendibûn li pişt masa nîqaşê rûniştin û yên ku duh li ser wêjeyê axivîbûn berhemên xwe xwendin. Nîqaşa ku mijara wê kurd û Yekîtiya Ewropayê bû germtirbû ji ya roja derbasbûyî.
Wisa dawî li her sê rojên germ hat. Di ber re keda xebatkarên Enstituya Kurdî ya Brukselê jî cihê pesindanê ye. Min li wir rojnamegerekî kurd ê ku bêhtir rojnamegeriyê bi zimanê îngilîzî dike naskir. Rojnameger Roni Alasor ku ez niha pirtûka wî ya li ser gera wî ya li başûrê Asyayê dixwînim.

Bi giştî sê rojên, ji bo min, pir xweş bûn. Her çendî em bi naskirina endamên saziya Het beschrijf pir kêfxweş jî bûn, her wisa ew karê hêja yê ku ji bo me û ji bo danasîna kurdan û wêjeya wan kiribûn, lê di van hevdîtin û şevan de tunebûna nivîskarên belçîkî ji bo min cihê pirsê bû. Eger hatibin jî wê wekî guhdar hatibin, lê ez li kesekî ji wan rast nehatim. Lê ji bo hevdîtin û hevnaskirina nivîskarên kurd derfeteke baş bû.
Ji bo serkeftina van her du rojên wêjeyî kedeke baş ji hêla Enstituya Kurdî û hevkarên wê yên saziya Het beschrijf de hate dan. Ji ber vê, wêjeya kurdî ya ku li Brukselê wan her du rojan şax vedan, wê keskayiya xwe heta demeke dirêj, di dil de, bihêle. 

helimyusiv@hotmail.com


Fermo fotografên sê rojên li Brukselê

Hin Nivîsen Nivîskar

Gelo Rojava têkdiçe? (Plan 1)

  • 02 Tebax 2026

Ez neçarim nivîsa xwe li ser du beşan parve bikim. Di beşa yekem de, ez ê behsa pilan û projeyên hikumeta demkî ya Sûriyê bikim. Her wisa di beşa duyem de ez ê behsa kurdan û rewşa wan û xalên hêz û lawaziya wan...

Sê rojên pêşangeha pirtûkan a Frankfurtê

  • 26 Kewçêr 2021

Sala derbasbûyî, ji ber koronayê, pêşangeha pirtûkan ya Frankfurtê ku wekî mezintirîn pêşangeha pirtûkan ya cîhanê tê naskirin, bi awayekî...

Danasîna Miriyê Heram

  • 09 Rezber 2009

Piştî bêdengiyeke dirêj, Bavê Nazê bi romaneke nû derdikeve pêşberî xwendevanên xwe. Navê romanê “Miriyê heram” e û ji nav Weşanên...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nuri Bilge Ceylan li Saraybosna xelat girt (hat nûkirin)

ad

Çi pêdiviya Putin bi ajanseke nû hebû?

ad

Ji bo vê hefteyê: ‘Keçikê’

ad

OHAL dirêj kirin, Baluken îdîayek mezin avêt holê

ad

'Birîn'a Ahmedê Hepo derket

ad

Ji Hunergeha Welat klîbeke nû "Keynê - Dilê Bê Dil"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname