logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Romana neteweya nexweş!

  • Dîrok: 18/07/2021
Li Kurdistanê neteweya kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê ji dîrokê ta niha ji bûyer, babolet, tragedya, êş û eleman meriv dikare bêje mêrgeke mijarên hunerê ye, bi taybetî bo wêjeyê mijargeh e; çi dixwazî, te çi divê bo helbestê, çîrokê, romanê, fîlm, keval, muzîk û hwd. heye.
Ji serdema nû vir ve, ji salên nodî heta niha devê kîjan pirtûka kurdî vekî îlam ji wan mijaran li yekê diqelibî; li derdora pirsa navendî çîrok û helbesta mêrxasan, jinxasan, berxwedêran; bi hişmendiya neteweyeke serbilind hemû têra xwe hatine vegotin. Ez ne bawerim ku bûyer û lehengekî/ê serê neteweyê bilind kiriye nehatibe vegotin, bi wêjeyê (ast û huner li alîkî) nehatibe honandin.
Helbet li derdora hişmendiya neteweyeke îdîalîzekirî ya ku têkoşêr, berxwedêr, serhildêran dabe pêşiyê, berdêlên giran hatibin dayîn şik nîn e ku wêje jî wê xwe bide bin wî barî, bûyer û lehengên serê neteweyê bilind dikin-kirine bi hêz û qeweta wêjekar bibin mijarên wêjeyê.
Û dîsa şik nîn e ku hemû lehengên hatine vegotin bûne mijara metneke wêjeyî (dîsa ast û hunera kesên ew kirine mijara metna xwe li alikî) serbilindiya neteweya kurd in.
Lê belê, neteweyeke ku demeke dirêj bindest maye gelo bi rastî her tiştê wê neteweyê yê serbilindiyê ye? Îro roj qey her tiştê neteweya kurd serê endamên neteweyê bilind dike?
Bêşik e ku neteweyeke ew qas dem bindest maye bivê nevê di nava wê de aliyên nexweş jî rû dabin; kes, kom, derdor, danûstendin, têkîlî; ango kesayet, kirin û tevgerên nexweş di nava neteweyê de wekî vîrûs derketibin holê! 
Jixwe sedema ew qas dem bindest mane jî jê yek ma ne ji nexweşiyên neteweyê ye?
Ta vê demê wêjeya kurdî xwe ji bo vegotina serbilindiyên neteweyê daye bin bêr lê ji bo nexweşiyên neteweyê, lê ji bo aliyên wê yên riziyayî bêhn ketiyî?...
Dem e, piştî honandin û vegotina mijar û lehengên vîtrînê divê nivîskar berê xwe bide nava dîkanê heta kun û qulikên gemarî yên li dawiya dîkanê jî bikudîne; wisa nexweş-î hene ku bo wêjeyê bi dest nakevin…
Em bi xwe di nav de ne, belkî parçeyekî vê yekê ne li ber çavan e; her kirin û her kesê neteweya kurd ma qey pîr û pak e? Qey bindestî-mexdûriyet nelirêtî-qirêjiyên li nav neteweya me peyda bûyînî pak dike?! 
Bo behsa wan nexweşiyan dibêm helbest bi têra xwe nixumandiye, çîrok kin e, lê roman; divê ew romana neteweya nexweş îlam bê nivîsandin...
Me divê bûyer, me divê lehengên nexweş, me divê danûstendin û têkîliyên kirêt-nedurist; ca guh bidêrin dema du kurd hatin cem hev li cihekî rûniştin, dê behsa bi sedan nexweşiyên tekakesî-civakî yên li nav neteweya kurd rû dane wê li ber guhê me bikevin!.. 

   




 
Hin Nivîsen Nivîskar

Jinek te tîne dinê, yek te dibe gorê!

  • 19 Sibat 2017

Ew û yên din!Di jiyanê de çend kes û tişt hene, di ev temenê kurt ku pir xuya dike de, tên daxilî jiyana mirovî dibin?  ku hin jê derên biçin, ku hin...

Çend gotinên dîplomatîk û ew qas!

  • 11 Kewçêr 2020

Ji naveroka zimanê vê serdemê yê danûstendinên di navbera du hêz an du dewletan re zimanê dîplomatîk tê gotin.Di rastiyê de ew zimanê li...

Kurdên bi tirkî rûyê xwe pûdra dikin(!)

  • 09 Sermawez 2020

Siyasetmedar!Li Hewlêrê rûdine daxwazkarê avakirina dewleta kurd e, lê vê bi tirkî dike; li Hewlêrê bi tirkî aqil û şîretan dide kurdê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

FFÎ cezayek mezin li Juventusê birî

ad

'Bi hev re jiyîn, lê çawa?'

ad

HDP'ê Roja Rojnamevaniya Kurdî pîroz kir

ad

Li Almanyayê stêreke kurd diçirise!

ad

Diyarî ji bo TRT'yê ku stran qedexe kirine; fermo 'Sê Sê'

ad

'Ji nav wijdanên me deng derxe!'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname