logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

Komedya xelatên wêjeyî li cem kurdan

  • Dîrok: 19/03/2014
Di vê dema dawiyê de nûçe li pey nûçeyê hate weşandin, mijar jî her ew bû; xelatên wêjeyî. Li Rojava Fewaz Evdî xelata Rezo Osê wergirt. Konê Reş xelata Cegerxwîn wergirt. Ferhadê Içmo jî xelata Cegerxwîn di heman salê û heman demê de wergirt. Ji Bakur jî Ronayî Onan xelata Feqî Sagnic ji Enstîtuya kurdî li Stenbolê wergirt. Bê guman ev hemû navên derbasbûyî hêjayî gelek xelatanin û xwedî kedeke berbiçavin, lê dema mirov li awayê xelatkirinê û nirxê wê xelatê dinere, mirov xwe di atmosfereke trajekomedî de dibîne. Aliyê trajedî yê meselê ew e, ku hem nivîskarê/a xelatwergir û hem jî dezgeha ku xelatê dide di rewşeke aborî ya pir xerab de ne. Bi vî awayî xelat ji destê dezgeheke feqîr, perîşan û hejar ku nikare halê endamên xwe bi hal bike, diçe destê nivîskarekî feqîrtir, perîşan û belengaztir, ku mijûliya bi nivîsandinê ji bilî serêşandin û feqîriyê tiştekî nade wî. Xelatkirin wisa lê tê ku mirov dibêje qey cîranekî feqîr li ber dilê cîranekî ji xwe feqîrtir û belengaztir dide, dilê wî bi çend gotinên bi vî rengî xweş dike: "Li qisûra min nenêre cîran; tiştê ji dest min tê ev e." Aliyê komedî jî ji meselê xwe di wê yekê de dide der gava hem nivîskar û hem jî dezgeha ku xelatê dide dilê xwe bi nirxên manewî û sembolîk yê xelatê xweş dikin û vî aliyî bilind û giranbuha dinirxînin; tev ku pereyên ku li xelatê têne xerckirin têra kirîna solekê nakin. Heman dîmen li mihrecan û festîvalên wêjeyî li Dihokê û Silêmaniyê jî dubare dibin, gava kertoneke çargoşe û xweşik ku bi çend dînarên iraqî hatiye kirîn wekî xelatkirin û rûmetdayînê ji nivîskaran re tê pêşkêşkirin. Ev demeke ku li rojavayê Kurdistanê dezgeh û rêxistinên ku di bin navê nivîskar û rojnamegeran de kar dikin ketine pêşbaziyeke ecêb ji bo belavkirina xelatên wêjeyî. Her xelat jî bi awayekî salane û bi navê nivîskarekî mirî tê dayîn. Wekî mînak, rêxistina bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê di daxuyaniyeke xwe ya ku mîna fermanekê ye, di 10.03.2014'an de belavkiriye, hem xwe wekî nûnerê bi tenê yê hemû nivîskaran nîşan dide û ji ber wê jî ku mafê dana xelatên bi navên van nivîskaran hemûyan tenê yê wan e û nabe kesekî din vî mafî ji dest wan bigre. Deh xelatên salane yên deh nivîskaran hejmartine, ku ewê her sal bidin. Nivîskarên binavkirî ev in: Cegerxîn, Osman Sebrî, Mele Ehmedê Namî, Mişel Temo, Mele Nûrî Hesarî, Mele Palo, Rizo Osê, Nûredîn Zaza, Qedrî can û Seydayê Tîrêj. Bê guman, rêxistineke wiha ku dixwaze xelatan (bilcumlê) belav bike, ji ber ku ew xelat ji hêla aborî ve, erzan in û bê qîmet in. Di baweriya min de, ev diyardeya xelatên wêjeyî yên belaş û erzan rê li ber bêhurmetiyeke mezin ji bo wêjeya kurdî û navên ku kedeke mezin dane wê wêjeyê, vedike. Her wisa wateya xelata wêjeyê ji naveroka wê vala dike û dike (karê zarokan), ku her kes dikare bi malbata nivîskarekî mirî re li hev bike û xelateke wisa erzan bi navê wî her sal belav bike. Piraniya malbatên van nivîskarên ku niha ne li jiyanê ne jî vê yekê bi dilekî paqij û bi nêteke baş dipejirînin, lê ew bixwe zirareke mezine ji bo wêjeya kurdî û ji bo wan navên kedkar yên wê wêjeyê. Ji hêla xwe ve, ez ji hemû nivîskar û kedkarên qada wêjeya kurdî hêvî dikim ku li hember vê diyardeya trajekomedî derkevin û dawî li vê komedya ku giriyê merivan tîne, bînin.

**
Ev nivîs di rojnameya kurdistana nû de, li Silêmaniyê, bi zaravayê kurmanciya jêrîn di 18.03.2014 de belav bûye.

Hin Nivîsen Nivîskar

Rê ji bo erebeyên Amûdê vekiriye

  • 09 Rêbendan 2016

Xelek-2Serdana yên ku riya vegerê li ber min vekirinGava ez ketim ser riya Qamişlo, dû re jî Amûdê, bêrîkirina her kesî, her kevirî, her quncikî, her malê,...

Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î

  • 17 Sermawez 2021

Li seranserê cîhanê, tu nivîskarê/a bi tenêyî ku bê dibistan û bê mamoste fêrî zimanê xwe dibî û pê dinîvisînî....

Vaye şar û vaye mişar

  • 19 Rêbendan 2009

Min di nivîsa xwe ya derbasbûyî de bi ti awayî peyva (diziyê) bi kar neanî bû, lê tev wilo jî ew beramberiya ku min kiribû di hin deveran de - wekî malpera...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Kadri Gursel: Ji BDP’ê hîn bibin

ad

Agahiyên cîhana sanal

ad

Amed Sporê peymana teknîk dîrektor Aykan Atikî betal kir

ad

Hilberîn çênebe wê xela rabe!

ad

Mebûsa jin pirtûka erotîk dixwîne

ad

Pêşbaziya Xelatên Apê Mûsa û Şehîdên Çapemeniyê dest pê kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname