logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Zekî OZMEN

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Zekî OZMEN

Zekî OZMEN

Hûn jî nameyekî binivîsin

  • Dîrok: 02/10/2011

Ji ber teknolojiya pêşketî ev bi salan e min ji bilî ji hevalekî re, qet nameyên adetî  yên bi dest nenivîsîne. Ev li dor du salan e ku ez û hevalekî di girtîgehê de nameyên „adetî“ ji hev re dirêkin. Herî dawî min îro dîsa rahişt pênûs û kaxezê, nameya xwe ya ji bo wî hevalî nivîst, kire di zerfê de û ji bo rêkirinê da posteyê.
Her car dema nameyên wî hevalê li girtîgehê tên, bi kelecaniyekî zerfê vedikim û dest bi nivîsandina bersivê dikim. Car caran jî bêyî li hêviya bersiva wî bimînim, li serê min dide û dest pê dikim nameyeke din jê re rêkim.
Dema min îro bi heman şêweyê nostaljîk name nivîsî, zarokatiya min hate bîra min... Nameyên di zarokatiyê de min ji mirovên xwe yên li leşkeriyê re rêkirîn, yên min ji mirovên xwe yên li Ewropayê dijiyan re rêkirîn û herî dawî jî nameyên ku piştî hatina xwe ya Almanyayê yên ji hevalên xwe re rêdikirin. ..
Bi xêra nivîsandina nameyên ji bo vî hevalê li girtîgehê gelek caran bîranînên wisa xweş û heta naveroka gelek nameyên min ên zarokatiyê têne bîra min. Namenivîsandina bi destan tehmeke guhertî ye û zindîbûna hestan ji wan dibare.
Hevalê min ê li girtîgehê carekî guleke ku wî û hevalên xwe bi xwe çandibûn bi nameyê re ji min re rêkiribû. Gul hişk bûbû lê belê ji min re wekî zindî be û bêhna misk û emrê jê were bû.
Nameyên dema ez di zarokatiya xwe de hatim Almanyayê û hevalên min ji min re rêdikirin, niha jî hemû di arşîva min de ne. Hevalekî wî wextî di nava zerfê de digel nameyê qajikek jî ji min re rêkiribû. Bi rêkirina gula ji girtîgehê re ew qajik hate bîra min. Min çû ew zerf vekir. Ji bo bîranîna wî wextî min qajik necûtibû û ew digel nameyê di zerfê de hiştibû. Min çû dîsa ew zerf vekir û ew qajikê ku min necûtibû hê jî di cihê xwe de bû. Bifikirin, ew qajik ev derdora bîst salan e di zerfê de û wekî bîranînekî her dem tê bîra min. Carna dema navê wî hevalê min ê zarokatiyê tê gotin, digel qajik, wefadariya wî û dema qajik dibînim, bîranînên min ên bi wî hevalî re têne wekî şerîta fîlmekî derbas dibin.
 Niha dema ez vê nivîsê dinivîsim facebook, msn û twittera min vekiriye. Bi dehan hevalên tê de ne û em hem dikarin bi awayekî nivîskî ji hev re binivîsin, hem dikarin bi devkî bi hev re biaxivin û hem jî ew li wî serê dinyayê jî bin, em dikarin hev bi awayekî zindî bibînin. Dîsa hinek hevalên ku wî wextî me name ji hev re rêdikirin wê li ser înternetê li pêşberî min in û heta pêşiya ew hevalê min ê li girtîgehê were girtin jî, em gelek caran li ser înternetê bi hev re diaxifîn.
Digel dinya bi rêya înternetê ew qas biçûk bûye û di dilsoziya hevalan de guhartin pêk nehatiye jî, tehma têkiliyên nameyên bi dest tehmeke guhartî ye.
Namenivîsandina adetî nostaljiya vegera heyamê berê ye. Ji bo mebesta min were fêmkirin hûn jî ji hevalên xwe yên ku derfetên wan ên bikaranîna  teknîkê  nîn in re  –di vê serdemê de hema bêje tenê derfetên girtiyan ên bikaranîna înternetî nîn in- nameyekî bi pênûsê binivîsin û heman hest wê bi we re jî geş bibin.

zekiozmen@hotmail.com

Hin Nivîsen Nivîskar

“Festîvalên li welêt ji ya li Almanyayê pir cuda ne”

  • 11 Rezber 2008

Festîvala Çanda Kurd ya Navneteweyî ya îsal di 6’ê rezberê de dîsa li bajarê Gelsenkirchenê li dar ket. Min hem par û hem jî pêrar piştî heman...

Notên li ser serdana welêt

  • 31 Kewçêr 2009

Min piştî 19 salên li Almanyayê cara yekemîn serdena welêt kir û dû re jî min çend roj li Stenbolê borandin. Vaye ji serdana welêt çend notên di der...

Serdana Herr Steinmeier ya Kurdistanê

  • 25 Sibat 2009

Hikumetên alman heta niha li kurdên li welatê xwe dijîn bi çavên “zarokên dêmarî” nêrî ne. Sedemên vê yekê jî...

Hemû Nivîsen Zekî OZMEN

Zekî OZMEN kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di Roja Şanoyê de lîstikên şanoyê bê pere ne

ad

Ji bo ziman pirtûkeke nû: 'Lêker û Rastnivîsîna Wan'

ad

Hênede rey aswalt kenê

ad

Dengbêj Xalîde hat binçavkirin

ad

22.04.1898

ad

Ji Îrfan Amîda vê carê pirtûka çîrokan 'Dînolog' hat

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname