Xwedê vê carê da xatirê koçeriya min û bi saya serê lîstîkvanê alman Lamp boçekî li tîma Tirkiyeyê xist û piçekî pozê wan ferikand.
Heke ku Tirkiye qezenc bikira:
Min ê êdî mixabin dev ji koçertiya xwe berda û bi îhtîmaleke mezin li ber hizûra dêmaniyên wekî Samî Tan û Cemîl Oguz ez ê rûniştama ser dûvê xwe. Belkî min ê êdî nekaribiya ku tu carî ji wan re qala ‘mast’ jî bikira.
Li ber komeleyeke kurdan bi Alî Fikrî Işik ve me yê nobet bigirta û bi hev re bimana li benda faşîstên tirk ên dinyanedîtî. Lê mimkûn bû ku hingê ji ber tirkîaxaftina endam û rêveberên komeleyê, me yê hêdî hêdî hez(?!) ji ‘welatparêz’iya Fatih Terîm jî bikira. (Ya rebî bê lome!)
Bi şêwaza Selamo, min ê helbesteke ultra-nasyonalîst li ser Fatîh Terîm binivîsanda û li gorî etîka koçeran êdî jê re bigota, “Birêz!”. Lê ez ji vê jî ditirsiyam ku hingê siyasetmedarekî kurd bi ser min de biqîriya û bigota, “Tu nivîskarekî çawa yî kuroo, ma tu çima du rêzikan li ser simbêlên min jî reşşş nakî heyran…”
Helbet dê kezeba min reşşş bûya, lê min ê êdî li ser Kemalîstên Kurd tu henek û genekan nekira. Heke xwendevanekî/ê jî bigota, ‘Tu çima henekên xwe yên beredayî oto-sansûr dikî koçeroo…!’, dê hingê rûyê min jî biketa binê erdê.
Bi tenê ji bo ku ez bikevim nav antolojiya romanûsên kurd û li derdor qûna xwe bihejînim, min ê dest bi nivîsandina romaneke qalind a li ser têkçûna Almanyayê bikira. Lê bi rastî hingê dê ‘ego’ya min çiqas bilind bûya helbet ez nizanim.
Min ê malpereke nû ava bikira û li gorî nezanîna xwe tê de behsa “Riknê Rojnamegeriyê” bikira. Dema ku min tê de behsa “Rojnamegeriya malbatê” û “Rojnamegeriya Kurdistanê” bikira, ez nizanim gelo dê çend ‘dost û neyar’ên min zêde bûna.
Heta ku tîma Kurdistan bi Almanyayê re nelîsta min ê êdî li ser siyaseta futbolê teoriyên nû nerêsta. Lê şikir ji Xwedê re ez niha dîsa dikarim mû bi zimanê xwe ve bînim û heta ku zimanê min qerimî behsa heft bavê siyaseta futbolê bikim.
Ez dizanim dê rihê min yê komplo-ger piçekî aciz bûya, lê min ê êdî li derdor negota, “Lîstîkvanên Amerîkî û Îsraîlî di nav tîma Tirkiyeyê de hene, ji ber vê yekê qezenc kir…”. Bi serê we belkî ez hingê dîn jî bûma.
Li ser navê DTP’ê min ê pîroznameyekê ji Fatîh Terîm re bişanda û min ê wî dawetî Festîvala Amedê bikira. Lê heke ku Fatîh Terîm ji ‘mîr’îtiya xwe ji nişke ve Ey Reqîb bigota, gelo hingê min ê kîjan xwelî bi ser kurdan de bikira.
Parlamenterên kurd ên ku di meclisê de hez dikin bi îngilîzî bipeyivin lê wekî tûristan li kurdiya xwe dinêrin, min ê li vir navê wan aşkere bikira û min ê belayên nû bixista stûyê xwe. Lê va ye hûn jî dibînin, Xwedê teala hez ji koçerên xwe jî dike.
Li kolanên Amedê bi Zeynelabidîn Zinar re ez ê biketama pey kurdîfiroşên tirkînûs û min ê ji nimreyên pêlavên wan antolojiyeke nû amade bikira. Lê şikir ji van ‘beraz’ên almanan re ez ji vê îşkencê jî xilas bûm.
Bi xêra Umberto Eco min ê pirsgirêkên nivîs û nivîskariyê bi gog-ne-nasiyê ve girê bida û min ê nivîseke ‘qerase’ daniya ser şibakên Diyarnameyê. Lê şikir ez ji vê jî filitîm.
Xwedê teorî-badaneka wisa nexist nesîbê min, nexwe min ê bi gotinên felsefîk ve têkçûna tîma Almanyayê bi siyaseta AKP’ê ve girê bida. Ma ez çi bikim heyran!?
Nivîskarên wekî min ên ku bi nivîsên wisa re serê we xwendevanan dihêşînin û îmana we diçikînin, min ê navê wan li vir binivîsanda û kartên sor nîşanî wan bida. Lê va ye hûn dibînin ez hê jî serê we dihêşînim.
Welhasil kelam, Xwedê vê carê bi koçeriya min hate rehmê, nexwe ez vêga çûbûm çem û çemmm…
**
Nivîsa Evdile Koçer; "Heke ku Tirkiye qezenc bike…1"


