Wexta em basa ziman dikin, şexsiyeta însan, rihê însan, fikir û xeyalên însan jî bi bîra me tê. Eleqeya însan û ziman eleqeyek muhîm e. Ziman jî bi can û rih e. Rihê ziman û rihê însan bandor li hev dikin.
Ger di zimanê we de problem hebe hûn nikarin baş bifikirin. Hûn nikarin şîroveyên xurt bikin. Hêla we ya estetîkî lawaz dimîne. Têkiliya we û jiyanê bi awayek qut dibe.
Ger însanekî nikaribe xeyal bike ew nikare biafirîne. Ji bo xewn û xeyalan ziman gelekî muhîm e. Einstein gotiye, “Xeyalkirin ji zanînê muhîmtir e.”
Em bi zimanê xwe re li xeyalên xwe jî digerin. Wexta em bi zimanê xwe şa bin emê wê çaxê bikaribin xeyal bikin.
Ji bo têkilî, fikir û ramanê jî zimanek têrtije lazim e. Mîsal, şêweya we ne xweş be, zimanê we ne sivik be, ne şîrîn be hûn nikarin bi însanan re têkiliyek durist li dar bixin.
Însan bi zimanekî xweşik, bi vegotineke bi aheng dikare fikir û ramanên xwe der bibe.
Rewş hinekî trajîk e. Gelek însan bi zimanê xwe nizanin. Ew bi zimanekî din diaxivin, digengêşin, dixwazin jiyanê têbigihijin. Em bi rihetî dikarin bêjin ew bi zimanek din diaxivin lê nikarin bi ziman şa bibin. Bernard Shaw gotiye, “Kesê bi zimanê xwe nizanibe nikare hînî zimanên din bibe.” Rewş ji ber vê rastiyê trajîk e. Em aniha, ne bi zimanê xwe dizanin ne jî bi zimanên din. Ango aniha em, bi gelemperî, nikarin bi tu zimanî şa bibin!
Em dikarin carek din rewşa zimanê xwe bi bîr bînin. Berî wê gere em li xwe mukir bên. Kî radibe, dibêje: Zimanekî me yê xurt û dewlemend heye. Ev rastiyek e. Eger bi tenê ev wekî ajîte bê gotin xeletî ye. Em gere êdî dev ji qonaxa ajîteyê berdin. Ne hewceyê hewlên îspatkirinê ye êdî. Wext hatiye em ziman bi xeml û xeyal bikin da zimanê me ji derî jiyana rojane bikaribe jiyana xwe ava bike.
Heya niha mîna jiyana me zimanê me jî di nav sînorên teng û jiyaneke ne bajarî de bû. Bazara zimanê me tunebû.
Helbet statû ji bo zimanekî gelek muhîm e. Em vê destnîşan bikin. Lê riya herî sivik û aniha mimkûn e xwendina kitêbên edebî ye. Ziman jî mîna edebiyatê tahm û çêj e. Ger hûn nikaribin tahm û çêj ji ziman û edebiyata xwe werbigirin hûn nikarin xwedîtî li ziman bikin.
Ji ber ku em ji zimanê xwe, ji edebiyata xwe bêpar mane di heman demê de em ji hunerê jî dûrketine. Rastiya me bi tevî hişmendiya rojhilatiyan a li hunerê bûye sedem ku li vê erdnîgariyê rih ziwa bimînin.
Tolstoy gotiye, “Bi tenê huner dikare rê li ber tundiyê bigire.”
Daxwazên me yên di der barê zimanê me de daxwazên însanî ne. Em dixwazin bi edebiyatê, bi hunerê, bi rindî û bedewiyê, bi jiyanê şa bibin. Em dixwazin tişt di dilê me de nemînin. Îro roj, bi saya zimanê xwe yê nivîskî em dixwazin bi însanên li rû erdê re biaxivin.
Tu kesî bi destê me negirtiye. Em dikarin helbest, çîrok û romanên bi kurdî bixwînin. Em tahm û çêj jê werbigirin. Wextekê hincet û behene dihat dîtin. Kesan digotin zimanê kitêbên edebî giran e. Carna jî kesên di jiyana rojane de dikaribûn xwe der bibin ew gazin dikirin. Diaxivîn lê nikaribûn bixwînin. Di jiyana rojane de hûn dikarin bi du sed peyvî îdare bikin lê hûn nikarin bi deh an jî bîst hezar peyvî romanekê lê bikin. An jî em wiha bêjin carna romanek bi sedhezar peyvî dihewîne. Gelo pirsgirêk hinek ne ji me heye? Ziman di heman demê de ji me kedê jî dixwaze.
Hewlên ji bo ziman rasterast û berî her tiştî ji bo ruhê we,xewn û xeyalên we ye.Ji bo dermankirina birînên dilê we ye.Ger hûn nikaribin tahm û çêj ji ziman werbigirin hûn çiqas ji bo ziman têbikoşin jî dawî pûç e.
Û pirsek biçûk: “Gelo hêza xeyalê li me çiqas berfireh bû?”
Û çend gotin ji bo pergalan; heya em bi zimanê xwe şa nebin emê nikaribin bi zimanê we jî şabin. Heya em tahm û çêj ji zimanê xwe negirin emê nikaribin tahm ji zimanê we jî werbigirin. Heya em nikaribin bi zimanê xwe xeyal bikin emê nikaribin rûmet li zimanê we jî bigirin.


