logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

yeqîn h.

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
yeqîn h.

yeqîn h.

Fera Dil li Bursayê, min li Mêrsînê pirtûk xwend û qedand

  • Dîrok: 19/09/2014
Ev şapateke, piştî navbereke 2 salan min kum û koloz li ber xwe daniye; xwe bi xwe, hema bêjin ji bilî hin refleksên manewî/elzem û hin tiştên rojane/debarî, min dest û dev ji sercem tişt û tevger û guftugo û heft û heştên vê dinyalika gewrik kişandiye. Xêr e yan guneh e niza’m. 
Her çend min negotibe “bi nêt im, berî li hêt im” jî, pêşbîniya min ew e ku wê kaba min fer neyê..helbet dîsa jî tewkel li ‘emel!.
Vî çendî ji her wextê nişmîtir û bi hûrbijêrî dixwînim; wiha bi beşereke ku peng û hêdî avekê çendkelî dike, bi bêhneke fireh û sebr û awat. 
Ez ê helbet nebêjim vê û vê pirtûkê, filan qerrase-nivîskarî û bêvan helbestkarê dixwînim, lêêê.. bes û’b tenê ji milkê edebiyatê û ji kîsê vegotina kurt lê kurmancî qûtê xwe werdigirim; bi pirranî ji edebiyata welatên dereke lê bi tirkî 13-14 heb, ji edebiyata tirk 5-6’ek û ji kurdî/kurmanciya ku herkesek teng-fireh kirasekî li bejnê dibirre jî 1 pirtûkek min xwendiye ta vêga..
Hasil î kelam, lîsteya min a xwendinê dûdirêj e hê û wê biajo; nemaze jî fînala min a îsal, bi hin pirtûkên ji edebiyata dinyayê yên ku buxçika hiş in û bi çendên kurmancî ye, ku ji niha ve ji bo min û edebiyata me malxwê ne.. û hem palpişt in!.

 Îcar ez bêm ser qesta ku dest ji bo vê nivîsê li min livand;
Amin Maalouf nivîskarekî biesil Lubnanî ye, lê hema bêjin ‘emrekî sax daye edebiyata Fransewiyan. Gelek ber û berhemên xweşik li gorrepana edebiyatê daniye..û dinya ji berê xweşiktir kiriye, bi min! 
 Camêr di salên du hezarî de ji niha gelekî populertir bû û tibabekî dihate xwendin.. Ez jî, eger ne şaş bim cara ‘ewil min di du hezar û yekê de dest bi xwendina pirtûkên wî kir. Li dû hev; “Leo”, “Semerkant”, “Tanios Kayasi”..û “Dogu’nun Limanlari”; çap: 18! sala çapê: 2001!
Û axir pişt re jî navbereke dipdirêj, li wexteke ku têra xwe tişt jê bir û da vî ‘emrî, dîsa Amin Maalouf..
Ango; piştî tibabek serêş, xirrecir û şikestin.. piştî zewaceke ku xelekên wê (virde yan wêde!) qurifîn.. piştî givirîn û ketina yanzdesaliya xwe ya Biyan Êvar ê nîvê ‘emrê yeqîn, dîsa Amin Maalouf..û Dogu’nun Limanlari; çap: 52! sala çapê: 2014!
Û dil jî.. wekî xwîna di damarê de vir de wê de bike geryan, ji meriv bihay an bêhay li fera xwe digere.. Ew Fera Dil..ê yeqîn!, îro li Bûrsayê pirtûka Amin Maalouf Dogu’nun Limanlari; çap: 18! sala çapê: 2001! xwend û qedand.. û min jî li Mêrsînê Amin Maalouf Dogu’nun Limanlari; çap: 52! sala çapê: 2014! xwend û qedand..
Mirov xaçepirs e..û dinya cîwarekî xerîb e.. lê geşta bi edebiyatê bi sercem awayan sêr û xerîbtir e; niza’m we go erê!?
  ...
  qulzema dil eşq e*
  çi xwedayî, çi beşerî
  her evîn ala ye Mela
  dil li me bela ye Mela
          
            Arjen Arî
           *: Melayê Cizîrî 

Hin Nivîsen Nivîskar

Dosyaya “kovargeriya kurdî” ya W’yê

  • 31 Adar 2013

Kovar-kovargerî ji bo her wêjeyê, wêjeya her zimanî û zimanê her nivîskarî mirêk e. Ew wêje, ew ziman û nivîskarên wî zimanî li ber...

Seba Lehengekî Komarê Zêmarek

  • 20 Berfanbar 2020

Kitêbek di ber tenişta wî ya mirî de bû,ji cendekê wî yê mirî kitêbek hildibû.hilanîn birin ew xweşmêr, devê wî yê cestî...

Bersivek ji bo nivîsa hêja Sîdar Jîr

  • 02 Avrêl 2013

Piştî nivîs-rexneya min a bi navê “Dosyaya “kovargeriya kurdî” ya Kovara W’yê” ku di Diyarnameyê de weşiya, hêja Sîdar Jîr di Diyarnameyê...

Hemû Nivîsen yeqîn h.

yeqîn h. kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Vane golavêjên lîgan

ad

Elmasê herî mezin ê dinyayê tê firotin

ad

Hunermendê gel Neşet Ertaş wefat kir

ad

SİYAD’ê Fîlmên Serketî yên Navneteweyî hilbijartin

ad

'Bila finala Lîga Şampiyonan ji dêvla Stenbolê li Almanyayê bê lîstin'

ad

Festîvala Fîlmên Karkeran li benda temaşevanên xwe ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname