Te ji min dipirsin Adar…
Çirûskên arê Newrozekê te ji min dipirsin bi berzûrî
Nêrgizên di dest zarokên pêxwas te ji min dipirsin bi dildarî
Kulîlkên dar-behîvê te ji min dipirsin bi bêhêvî
Ez di kîjan şoreşê de şehîd bikim te û
Bi ala û laleyan li darbestê bikim termê te!?
Te bikim bûka kîja Kurdistanê!?
Ez çîroka te di şev-zivistanên dirêj de ji kîjan zarokan re vebêjim!?
Te ji min dipirsin Nîsan...
Belbelîskên li konçalên riyên ji bîr bûyî te ji min dipirsin
Xwîsiya li pela kulîlka lerzok te ji min dipirsin
Êvara ta girtî, şeva bi qolincê ketî te ji min dipirsin
Bêhna devê zarokên berşîr mîna ku bipirsin germahiya sînga diya xwe,
Te ji min dipirsin.
Li kîjan baranê veşêrim ez rondikên xwe!?
Rûyê xwe yê reş di kîjan şevê de gom bikim!?
Kûr kûra xwe di dengê kîjan berqê de ker bikim!?
Û vî hişê xwe ê kavil di kevza kîja avê bidim!?
Te ji min dipirsin Gulan...
Keskahiya şil a siya gulan te ji min dipirsin
Beytik xwe li şibakeya min digrin û te ji min dipirsin bi nikilên xwe
Kolanên xalî şop û rêça te ji min dipirsin di berbeyaniyên bi birîn de
Li pelga kîja gulê bipêçim ez kulên xwe!?
Axîna pirpirîkê bi kîjan newayan bihedirînim û
Rengê wê emanetî kîjan nîgarkêşî bikim!?
Rezber, Nisêbîn / 2009


