Eger berî du mehan li welatekî mîna Almanyayê biryara qedexekirina hatina zêdeyî du kesan ya cem hev derketibûya, wê ev welat serobinoyî hev bibûya.
Lê aniha û piştî mehekê ji pêkanîna şêweyên parastina ji vîrusa koronayê biryareke wiha piştgiriya ji sedî şêst û pênc ji xelkên Almanyayê dibîne. Ev mînak dikare bibe yek ji sedên mînakan ku êdî vî bûnewerê ku bi çavan nayê dîtin, jiyana xelkê li her deverê da ber pêlên guherandinên berbiçav. Ez dixwazim di vê nivîsê de van guhertinan bi çend têbîniyên ji jiyana xwe ya rojane bi gewde bikim.
Li ser asta takekesane:
Wekî ku karmendê dezgeheke fermî ji dezgehên bajêr, diviyabû ji 16.03.2020’an û pê ve li malê rojê 8 demjimêran karê xwe berdewam bikim, hefteyê rojekê tenê biçim cihê kar. Wisa jî hemû soz û hevdîtinên bi xelkê re hatin betalkirin û danûstendin ji wê rojê pê ve divê tenê di riya telefon û e-mailan re be. Ji bo pêkanîna vê yekê hemû bernameyên kar li ser komputerên me yên malê hatin barkirin.
Wisa li seranserê Almanyayê hemû karûbarên civakî û qanûnî û jiyana rojane di riya telefonê, e-mailê û postê re dimeşe.
Bê guman karkirina li malê ne karekî wisa hesan e, nexasim ku hemû dibistan, dezgeh û cihên lîstikê yên zarokan girtîne û zarok hemû li mal in.
Derketina ji malê, divê yan ji bo kirînê û bidestxistina alavên xwarin û vexwarinê be, yan jî ji bo çûna cem doktoran be.
Li ser asta giştî:
Ev demeke ku li Almanyayê, çi di çapemeniyê de be, çi jî di qada şêwirmendiyê de be, du beşên ji civakê bi awayekî berz derketine pêş:
- Yek jê Wezareta Tendirustiyê ye, ji wezîr bigre hetanî bi “vîrologên” li nexweşxane û laboratoran kar dikin.
- Ya din, Wezareta Aboriyê ye, ji wezîr bigre hetanî bi aborînasên ku di dezgehên têkildarî karsazên biçûk û mezin de kar dikin.
Hema hema bi awayekî rojane yan yek ji wan yan jî her du wezîrên navborî bi hev re li ser ekranên televîzyonan têne dîtin.
Wisa diyar e ku hatina vîrûsa koronayê siyasetmedarên welêt ji ber çavan dan alî û hemû biryarên ku di qada siyasî de têne girtin, piştî şêwra bi pisporên tendirustiyê û aboriyê re, têne stendin.
Diyardeyeke balkêş di vê navê re li Almanyayê xwe da pêş, ew jî valabûna dikan û marketan ji kaxetên tuwalêtan bû.
Yekem tiştê ku li Almanyayê bi hatina vîrusa koronayê re û heta niha peyda nabe, ne nan, ne av, ne rûn û xwê û ne jî şekir e, lêbelê kaxetên avdestxaneyan in.
Bê guman dikare gelek têbînî li ser sîstema tendirustiyê û kêmbûn yan tunebûna maskeyan jî li welatekî ku pîşesazî lê ew qasî xurt e bêne rêzkirin. Wisa jî li ser şêwe û metodên bisînorkirina belavbûna koronayê dikare bi mehan bêne gotûbêjkirin. Pilanê hikumetê ew e ku piştî 20’ê nîsana 2020’an hinek gavên ber bi sistkirinê ve bêne avêtin û wisa gav bi gav ber bi jiyana asayî ve vegerin.
Wê ev gavbigavbûna ku behsa wê tê kirin çiqasî dirêj bike, ez nizanim. Lê tiştê ez baş dizanim ew e, êdî ew jiyana asayî, ya normal, ya behsa wê tê kirin wê tu carî ji sedî sed wekî berê venegere.
Jiyana piştî koronayê, wê tu caran nebe mîna jiyana berî wê.


