logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Bi vê 'berdan berdan'ê kurd nikarin bibin tiştek

  • Dîrok: 14/01/2019
Ger hûn bibêjin "tu li mala xwe rûniştiyî û nivîsî, ji te re çi?" vê nivîsê nexwînin. Ger na, bidomînin.

Gotina sereke: Ji bo kurdan edalet, heq û hiqûq divê. Lê bi vî awayî na. Ezê ji Başûr, Rojava û Bakur sê mînakan bidim. Em pêşî ji van parçeyan mînakan bidin, paşê gotina xwe bibêjin.

ROJAVA
Li rojavayê Kurdistanê rêveberî di destê Rêveberiya Xweser de ye. Vê rêveberiyê li gor xwe zagon çêkirine. Ev rêveberî li qada navneteweyî bi awayekî fermî nehatibe qebûlkirin jî li nav kurdan, piraniya kurdan bi dil vê qebûl dikin û li her derê dinyayê hêviya kurdan ew e ku bi ser bikevin. Lê yên ku vê rêveberiyê qebûl nakin jî hene: Partiyên di bin banê ENKS'ê de. 
Ev partî, ji ber ku rêveberiya wir qebûl nakin, ji bo bi awayekî fermî vekirina ofîsên partiyên xwe li Rojava serî li rêveberê nadin. Li ser vê jî Rêveberiya Xweser destûrê nade van partiyan ku ofîsan vekin. Ev nîqaş ev çend sal in didome. Û niha, yanê di hefteya dawî de KNK'ê bang li Rêveberiya Xweser kir: Ew partî serî li rêveberî nedin jî rê bidin ku bila ofîsên xwe vekin.
Hevserokên KNK'ê û rêveberên KNK'ê hemû li Ewropayê dijîn. Pirs ji van kesan ev e: Li welatên ku hûn lê dijîn (Almanya, Belçîka, Hollanda, yan welatek din) tu partiyeke bêyî serîlêdanê, bêyî zagonan dikare rêxistina xwe ava bike, ofîsê veke û dest bi xebatên siyasî bike? Zehmet nebe hûn dikarin bersivê bidin?
Li van welatan Zagona Bingehîn ne li ser her tiştî re ye?
Yan hûn hay ji van welatên hûn lê dijîn tune ne? Yan hûn dibêjin qey ev welat ne li gor zagonan dimeşin û hûn dixwazin li Rojava jî rêveberiyeke bê zagon bê avakirin?
Pirsek din ji van rêveberiyên KNK'ê ev e: Gelo hûn dixwazin welatekî we yê bê zagon, bê hiqûq û edalet hebe?
Pirsek jî ji Rêveberiya Xweser: Ew KNK be yan rêxistinek din be, gelo hûn dixwazin partiyek, rêxistinek, meclisek bêzagoniyê, bêhiqûqiyê li ser we ferz bike?

BAŞÛR
Li Başûr di Rûdawê de nûçeyek wisa hat weşandin (06.01.2019):
"Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi tûndî helwesta xwe di derbarê girtina herdu kadirên PDK û YNKê bê biryara dadgehê û bi awayekî ne yasayî nîşan da.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji berpirsê ajansa Parastin û Zanyarî Lahur Şêx Cengî û birêvebirê giştî yê asayişa Herêma Kurdistanê li Hewlêrê Ismet Ergoşî kir, ku yekser kadirê PDK'ê Serxêl Ekber Rostem û kadirê YNK'ê Pêşrew Weyisî azad bikin.
Piştî ku hefteya borî Serxêl Ekber Rostem ji aliyê hêzeke emnî li Germiyan hate girtin, Birêvebirê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ji Rûdawê re ragihand, ku li beranberî girtina kadirê PDKê, li Hewlêrê kadirekî YNKê girtine û heta çarenivîsa Sersxêl Ekber neyê diyarkirin û ew nayê azadkirin."
Bi kurtahî Li Germiyanê asayîşa girêdayî YNK'ê yek ji kadroyên PDK'ê girtiye, li Hewlêrê jî asayîşa girêdayî PDK'ê beramberî vê yek ji YNK'ê girtiye. Barzanî jî bang li her duyan kiriye ku herduyan berdin. Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye, niha dê bibe Serokê Herêmê.
Pirs ev in:
1- Ger yek bêyî zagonan hatibe girtin, peywira Barzanî ew e ku berpirsê wê saziyê ji peywirê bigire.
2- Ger na, kesek ji ber sûcek hatibe girtin divê bê darizandin, dadgeh çi biryarê bide ew e, û Serokê Herêmê nikare bibeje wî kesî berdin.
3- Li welatek du îstîxbarat nabin, ku bibin jî (niha li Başûr du îstîxbarat hene) divê ew li gor zagonan tevbigerin, yek nikare bibêje "Wî kesek ji partiya min girt, ez jî ji ya wî bigirim". Dê ji we bipirsin: Ew bêedalet, bê hiqûq û zagon be, yanê çete be, tuyê jî heman tişt bî?

BAKUR
HDP'ê û 6 partiyên kurd ên din ji bo hilbijartina herêmî ya 31'ê adara 2019'an îtîfaq çêkirin. Tê gotin ku ji bo partiyên li nav îtîfaqê dê "kontenjana hin şaredariyên navçeyan û endamtiya meclisên şaredariyan bê veqetandin." HDP vê yekê di îtîfaqa ligel çepgirên tirk de jî dike. Dema bi şaşî tiştek bimeşe ew şaşî bi vî awayî didome. Ew partiyên çepgir çiqas xwedî hêz in ku tu ew qas kontenjanê ji bo wan vediqetînî? Û ev partiyên kurd niha ligel wan tu îtîfaq dikî çiqas xwedî deng in ku tu hema dibêjî "ez navçeyan bidim we"... Li gor kîjan edaletê? Ma li vir jî bêdaletî tune ye? Ma yên beşdarî îtîfaqê dibin jî divê nebêjin "Wele ew qas hêza me nîn e, erê em piştgirî bidin we lê kontenjanê nedin me?"... Mesela EMEP'ê di hilbijartina 24'ê pûşpera 2018'an de daxuyaniyeke wisa da: "Em bêyî daxwazek bikin piştgirî didin HDP'ê û ji bo vê dixebitin."
Piştî van mînakan em niha vegerin ser gotina ku li hemû dinyayê derbas dibe:
- Em li cihê ku lê dijîn (Hûn dixwazin bila ev der Qamişlo, Hewlêr, an Amed, an Stenbol be) em dixwazin zagon serdest bin, yan berdan berdanî? Em dixwazin edalet hebe, yan her kes li gor xwe gavan biavêje?
Em pirsê wisa bidomînin: 
- Gelo em dixwazin welatekî me hebe ku têde edalet nîn be? Yan welatek bi edalet hebe? Yan em dixwazin bila welatek me hebe hema çawa dibe bila bibe?
Pirsek bi vî rengî jî: Ger em bixwe li nava xwe edaletê saz nekin em çawa û bi çi rûyî dikarin ji serdestên xwe edaletê bixwazin?
We got çi?
Bi vê berdan berdanê kurd dikarin bibin tiştek?
Hin Nivîsen Nivîskar

Tirkên Iraqê, Kurdên Sûrî

  • 18 Tebax 2012

Ji bo Tirkên Iraqê gaveke nû dest pê kir, lê ji bo Kurdên Sûrî?... Vane Tirkên Iraqê û Kurdên Sûrî...Pêşî ez bibêjim, peyva...

Bi îstatîstîkan çend rexne li DEM Partiyê

  • 07 Gulan 2024

Em pêşî vê bêjin: Di hilbijartina 31’ê adara 2024’an de bi taktîkek serketî kurd bi ser ketin û serketin pêşkêşî hinên din jî kirin.  Li Wanê hemû navçe girtin, dîrokekek nivîsî. Bajarên xwe yên...

Xwendina pirtûkan bi rastî jî seksî ye?

  • 29 Tîrmeh 2026

Em pêşî hinek qala yên xwe bikin, di dawiyê de emê li ser 'çima'ya vê nivîsê rawestin. Wisa bifikirin: Hunermend Tara Mamedova derketiye ser dikê, berî stranên xwe bistrê pirtûka Celadet Alî Bedirxan di dest...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Belgefîlmê 'Kerboran'ê li Enqereyê bû

ad

RTUK'ê ji ber peyva 'Kurdistan' ceza li Zarok TV birî

ad

Li Girêmîra dîsa DTP bi ser ket

ad

Bi mîlyar û nîv Euro hat firotin!

ad

Li hemberî TELEKOM’ê kampanyaya ‘Ji şêlandinê re na’

ad

Daliqandina afîşa HDP’ê jî qedexe ye!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname