logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

'Ez yek yek dibim, tu çima dudo dudo dibî?'

  • Dîrok: 05/07/2021
Ve biharê ez li gund bûm, min kesek nas kir kesek gelek axifkar, şorxweş û meselebêj bû. Min ji wî re digot Xalo, ji ber ku ew ji gundê diya min ji dûr xismê diya min bû. Demekê ji ber aloziya 12’yê Rezbera 1980’yî li Fransayê maye û piştî çend salan vegeriyaye ser axa xwe. Baxçeyek wî hebû. Her dem di nav baxçeyê di nav dar û ber de bû. Her ku dem li min çêdibû ez diçûm cem wî, min hez dikir guhdariya “mesele”yên wî bikim. 
Piranî her ku min qala çi dikir wî bi çîrokek ew babet, ew mijar kurtir û xurtir dikir; ez çîrok dibêjim lê wî ji wan re digot “mesele”. “Mesele”yên wî vedigot teva nedibûn; carna bênavber ji wan “mesele”yên xwe, bes bila yaranî bibe bêrawest vedigot. Ez jî baş guhdarek bûm, bo ku vegotinên wî bala min dikêşand û kêfa min jê re dihat.
“Mesele»yên ku min ji Xalo guhdar kirin hemû serborî bûn, serê hin kesan re borî bûn û rasterast hatibûn jiyîn. 
Di “mesele”yan de felsefeyek, li hemberî mijarek an rewşekê de seknek hinek henekî û aqilane hebû. Em dikarin di nav axaftina xwe de bêjin “mîna filankes got…” an jî “mîna mesele filankes…” “Mesele” mînak in, mijarê kurtir û xurtir dike, destekê dide mijarê an jî binê mijarê dikole wê mijarê bi derbeyek dixilxilîne û bi erdê ve yeksan dike.
Min bi dehan “mesele” ji Xalo guhdar kirin, ji wan çendek di bîra min de man.
Em li bin dara tûyê ya di hewşe de li ser kursiyên texteyîn rûnîştibûn, me qala gelê tirk ên bi her awayî hilbijartina Erdogan dikin dikir.  Xalo got, “Meseleyek Tumikê û Hesenê Homê heye…ew ên her hişyariyê paş guh dikin û ziyan û xesar bikin jî bi rik û înad ‘na emê yê xwe bikin’ re…" û ji min re meseleya Tumikê wiha vegot:
“Hesanê Homê keça Hopên ji lawikî xwe re dixwest. Hopên qelen lê rakir, zêde xwest. Hesanê Homê ew qelenê zêde kabûl kir. Tumikê bihîstîbû ku Hopên qelenekî pir zêde xwestiye û Hesenê Homê qebûl kiriye...Çû, ji Hesenê Homê re got, ‘Hesen qurban, te çima qelenek wiha zêde qebûl kir; meke, ku te ev qebûl kir, herkes ê qelenê keçên xwe lê rakin. Paşê gencên me nikarin bizawicin. Meke...’ Hesanê Homê gotina Tumikê di nîv de birî; got ‘pere perê min in; dixwazim zêde bidim, zêdetir jî bidim. Ji te re çi ye...’ Tumik bi hêrs bû; çerx cimatê bû û got, ‘Berdin berdin, Hesanê Homê bi gon e, berdin bila Hopan lêkeve.’”
Carekê jî em li ser mirovên baş ên naxwazin dilê tu kesî bişkînin diaxivîn, Xalo got, “Li gundê Bakiran a Kuracixê Mistikî Mala Xacalî meriyek werg bû…” û ji min re mesela Mistikî Mala Xacalî wiha got:
“Mistikî Mala Xacalî meriyekî xebatkar bû; ji havînê de bo dewarên xwe risiyên giya risandibû; di axûr de bi cî kiribûn. Dema zivistan hat ew risî bi dasê hûr dikir, dida dewarên xwe. Rojek pê dihêse, risî zû kêm dibin. Xwe bi xwe dibêje hin tên risiyên min didizin. Êvarê xwe di paş daran de vedişêre û dizê xwe dipê. Çend saet derbaz dibin dibîne yek dikeve hundir û ji hundir li ser her yek milê xwe risiyek derdikeve. Mistikî Mala Xacalî ji paş darên derdikeve; çirê xwe vêdixe; dibîne dizê risiyên wî pismamê xwe ye. Xwest pismamê xwe neêşîne, bi dengek nerm dibêje: ‘Pismam tu ji xwe fêdî nekiye...şerm nîn e...risî risiyên min in, lê ez yek yek dibim, tu çima dudo dudo dibî.”
Wekî folklorên hemû neteweyan di folklora me de jî gelek cureyên vegotinan heye, destan, çîrok, çîrçîrok, gotinên mezinan, şîn, lorik… ji xwe dipirsim emê vegotineke wiha bi hêz “mesele”yan di ku de bi cî bikin. Em bêjin fikra hem fikra ne hem nîn in, çîrok hem çîrok in hem nîn in, serborî hem serborî ne hem nîn in. Yan jî “mesele” ev hemû bi hev re ne…
Bi ya min ev “mesele” cureyek ji folklorê ye. Di ferhengan de “mesele” fikra, çîrok, çîrçirok, meselok hemû bi eynî wateyî bi kar anîne. Ez di pirtûkên lêkolînan ên forklora me de rastî beşek wiha nehatim. Bi ya min divê vegotinên bi vî rengî di bin navê “Meselok” de bên berhevkirin û tomarkirin.
Hin Nivîsen Nivîskar

Li Ser “Bîr”ê Cend Gotin: Kurdên Elewî û Xarosan

  • 06 Rêbendan 2014

Peyva “bîr” di kurdî de du wateyên xwe yên girîng hene. Ya yekemîn, “bîra avê” ye, ya duyemîn, “bîra mîrovan” e. Her du...

Hilbijartin û helwesta kurdên elewî

  • 20 Pûşper 2011

Hilbijartina 12 pûşperê ji bo me kurdan serketinek mezin bû; lê bi gorî me kurdan ev ne tenê hibijartina mebûsan bû; ev referandûmek pir alî bû. Kî,...

Zerdêşt çima di lêkolînên biyaniyan de faris e?

  • 07 Berfanbar 2009

(Ji notên xwendinê yên dîrokê- I) „…         Aha binêr birê min, di dawî de me hînkir bi hev re...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Pirtûkên folklorê yên di sala 2023’yan de hatine çapkirin

ad

Şaredariya Peyasê “Meclîsa Ziman” damezrand

ad

Rekora zêde deng girtinê jî di destê DTP'ê de ye

ad

Xelatên Rûmetê yên Festîvala Stenbolê diyar bûn

ad

Bi qasî em dixwin ew qasî jî davêjin

ad

Li Amedê Komeke Xwendinê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname