(Ji notên xwendinê yên dîrokê- I)
„…
Aha binêr birê min, di dawî de me hînkir bi hev re peyivînê
Şîrin şîrin û têkûz hevpeyvînê
Hev fêm dikin niha – zêde nedivê
Û dibêjim sibe, hê jî têkûz bibin
Di hemû dilan de, di hemû lêvan de peyv dê yek giranî bibin
Bi navê xwe bên lêvkirin her tişt
…“
Yannîs Rîtsos, Kûzikê Reşbûyî
Ji tirkî (kararmiş çomlek) min wergerand
Demek dûr û dirêj e ku pirsên dîroka me di serê min de digengêşin û ez bi xwendin û lêkolîna vê mijarê mijûl dibim. Bi taybetî dîroka raman û fîlozofiya kurd û Kurdistanê bala min dikişîne.
Yekem kes û fîlozof û bawerî ku ez pê mijûl bûm Zerdeşt û zerdêştî ye. Pirsa yekêm Zerdeşt bixwe kurd e an ne... Heta niha min tu nivîsên zanistî yên li ser eslê Zerdest kurdî, tirkî an jî almanî rast nehatim. Nivîsên bi almanî hemû dibêjin Zerdeşt pers e û yên bi tirkî yên ku ji alî tirkan hatiye nivîsandin dibêjin ew îranî ye. Nivîsên ku ji alî kurdan hatine nivîsandin tirkî yan kurdî dinivîsin ku Zerdeşt kurd e. Lê çima kurd e yan çima pers an jî îranî ye?
Di nivîsek almanî de navîna salên ber zayînê 1000 û 600 di li persîstanê jiyaye.
Di nivîsek din a almanî de dibêje bawêriya piraniyan ew e ku Zerdeşt di navîna salên ber zayîna 700 û 600 de jiya ye. Dîsa dibêje ku Zerdeşt li rojavaya Îranê hatiye dinê. Di vê nivîsê de navê Zerdeşt ji ku tê hatiye nîqaşkirin. Dibêje ku navê Zerdeşt “Zerdosht” neyê wateya ku mîna çandek çavkanî dibêjin “xwediyê deweyên pîr”, berevajî “Zartosht” bi zimanê persî tê wateya “goldkopf” yani “seriyê zêr” …
Çima wisa ye? Zerdeşt ser zimanî kurdî neyê lêkolîn û analîz kirin.
Mîna “zar” zazakî tê wateya dil û “deşt” cihê firêh bê çiya û banî ye. Zardeşt tê wateya dilfireh.
An jî kurmacî “zer” reng an jî “zêr” maden e, deşt berfirehî ye…
Em dikarin wiha berdewam bikin.
Eger Zerdeşt kurd e, ji bo çi tu lêkolîner an jî nivîskarên biyanî di nivîsên xwe de qala vê yekê nekin? Divê ji me kurdan hinek dest bi lêkolînê bikin, lê wekî dedektîfan bi şopên rastiyê derxînin holê. Ez nebêjim tu lêkolîn û tu mijûlî tune. Heye lê bi qasî ku ez dixwînim ji zanyarî dûr in. Bi bawerî nebe; divê bên îspat kirin.
Bi qasî ku min heta niha ji pirtûk û nivîsên ku xwendin Zerdeşt ji qewmên îranî ye. Çima ew qewm bi navî îranî bi lêv kirine, ew jî tiştek din e… Qewmên îranî ji çi û kê pêk tê? Ev bi nav kirin kê ji bo çi wisa kiriye? Li vir tewliheviyek heye. Pers an îranî an jî faris kî ne? Em bêjin gelê faris di dîrokê de pers e, çima hêmû pêmayiyên dîrok persan û medan malê farisan tê dîtin?
Dema faris ku bixwazin malê xwe bikin ev ne tiştek eceb e; lê ya eceb bi navê zanistî zanyarên Ewropa çima ew qaz şaşî kirine?
Niha eger Zerdeşt ne di dema desthilatdariya medan de beravejkî di dema desthilatdariya persan de hatiye dinyayê û fîlozofiya xwe di wê dema ji bo wê civatê avakiriye û di nav wan de belavkiriye tabîiye ku Zerdeşt bi wî gelî ve bê bilêvkirin. Lê ev nayê wê wateyê ku Zerdeştê rastîn bê tunekirin.
Îro dewleta kurdan tune; rewşenbîr û nivîskarên kurd ên navdar ku di bin desthilatdariya dewletên gelên biyanî bi zimanî biyaniyan dinivîsin li ser dinyayê bi navê neteweyê desthilatdaran tên hesibandin. Yaşar Kemal û Selîm Bereket ji wan kesan in…
Li wir ziman rolek mezin dilîze. Bi dîtina min ziman ji bo berhemek nivîskî binyat e û nasname ye; lê ne nasnameya nivîskar e. Berhem malê zimanî ku pê hatiye nivîsandin e û ew berhem di nav pêmayînên neteweya xwediyê wî zimanî tê dihesibîn...lê ev yek ne tê vê wateyê ku xwedî berhemê jî di wê neteweyê de bê hesibandin.
Niha emê bêjin Yaşar Kemal kurd e lê wêjavanê zimanî tirkî ye. Selîm Bereket jî wisa ye; kurd e, lê wêjavanê zimanî ereb e.
Ez dixwazim vegerim ser şopên Zerdeşt ku bixwe em kurd û lêkolînerên biyanî pers dibînin. Zimanê berhema wî ya hêja Avesta yan jî Gatayên orjinal bi kîjan zimanî bûn? Gelek lêkolîner zimanê Avesta zimanek bi serê xwe dibînin û zimanê Avesta bi nav dikin.
Di dîrokê de bi rastî zimanek bi navê Avesta jiyiye an na? Ku heye dijî Zerdeşt kî ev ziman bikar aniye an jî zimanê kîjan gelî bûye? Ji bo çi lêkolînerên Ewropayê mîna ku zimanek ser bi xwe ye, zimanê ku ev pirtûk hatiye nivîsandin “avestayî” bi nav kirine?
Di tabloyên ku di van lêkolînên hatine weşandin de ji zimanê avestayî zimanê persî yê kevnar derdikeve. Ji dû ve partî û persî û berdewam dike. Di dawî de nizanim li kîjan dîrokê zimanên osetî, peştûnî, pamîrî, persî û kurdî tên holê.
Tiştek balkeş ji van zimanên dawî bi tenê persî yan jî farisî bi dewlet e. Zimanên din bê dewlet in. Ji vê dikarim bêjim eger ev zimanên din dewletên xwe hebûna zimanê avestî tu kesî nikaribû bi zimanê persan bi nav bikira. Ji bo dewletbûyînê dîroknivîser û lêkolîner bi tenê dewleta Îranê û zimanî wî dewletî binyat digirin û zimanên din ji lêkolînan dûr dixin.
Dewletbûyîn ji bo gelan tiştek hebûn an nebûnî ye. Ji van mînakan min dît ku hêjayiyên gelan ku ew gel ne serbixwe ye dibe malê gelî desthilatdar.