Diyarname
Lijneya Disîplînê ya Federasyona Fûtbola Profesyonel a Tirkiyeyê (PFDK) bi sedema "Propagandaya îdeolojîk" 3 maç cezaya li sehayeke din bilîze û maçek jî li sehaya xwe lê bêtemaşevan bilîze li Cizresporê birî.
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de Cîzre spor û Goztepe sporê rojê 28'ê meha borî bi hev re li Cizîrê lîstibû. Di maçê de temaşevanan diruşm avêtibûn, piştgirî dabûn Kobanî û pankart vekiribûn. Di maçê de Cizresporê Goztepespor têk biribû û ew şandibû mala xwe.
PFDK'ê ji ber bûyeran ceza li Cizresporê birî û sedem wekî ku temaşevanan Cizresporê propagandaya îdeolojîk kiriye ceza lê birî. Ji bilî cezayên bêtemaşevan lîstinê her wiha 2 hezar û 500 TL jî cezaya pereyan li tîmê hate birîn.


