Diyarname
Romana Yaşar Kemal a navdar "Înce Memed" (Memedê Dirêj) ku heta niha li gelek zimanan hatibû wergerandin niha li zimanê koreyî jî hat wergerandin û weşandin.
Weşanên Eolinchekdeul ê li Koreya Başûr bi wergera Eunkyung Oh roman bi koreyî weşand. Berî vê pirtûkên Yaşar Kemal ên bi navê "Yilani Oldurseler", "Agri Dagi Efsanesi", "Binboğa Efsanesi" jî li koreyî hatibûn wergerandin.
Werger Eunkyunk ku di heman demê de prof e, li Zanîngeha Jinan a Dongdunkê hîndekar e û di heman demê de di nav edîtorên kovara ASÎA ya ku li Seulê sê mehan carekê dertê de jî cih digire.