AMED / DÎHA
Pirtûka Fehîm Taştekîn "Rojava, Dema Kurdan" ku kurtedemek berê derketibû li mala hin mamosteyan hat dîtin û ew jî wekî delîlê sûcê nîşan dan.
Li Amedê di serdegirtinên li dijî mamosteyên Egîtîm Sen'ê de hefteya borî 24 mamoste hatibûn binçavkirin û ji wan 7 mamoste ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Girtek û îfadeyên mamosteyên ku hatin girtin derxist holê ku ji bo mamoste bên girtin çawa hincet hatine afirandin. Li mala mamosteyekî pirtûka Fehîm Taştekîn a ku roja 9'ê rezberê derket pêşberî xwendevanan a bi navê "Rojava Dema Kurdan-Rojava Kurtlerin Zamani" hate dîtin bû delîlê sûcê.
Pirtûka Taştekîn a ku ji Weşanên Îletîşîmê derketiye di îfadeyên li emniyetê hat girtin de ji mamosteyan hat pirsîn.