Diyarname
Nivîskar Mîr Qasimlo romana xwe ya bi navê "Weneyên Keserê" pêşkêşî xwendevanan kir.
Mîr Qasimlo di sala 2004'an de yekem car dest bi xwendina pirtûkek kurmancî kiriye ji wê rojê de bala xwe daye ser ziman û her ku çûye xwe pêş xistiye. Yekem nivîsa xwe jî di 20'ê gulana 2005'an de di malperekê de weşandiye. Ew dibêj; "Ev nivîsa min bêgoşt, bêhiş, xaromaro û bêtehm bû..." Lê ew nesekiniye, her li ser ziman xebitiye, ji ber vê yekê jî hinan gotiye, "Xelk hatiye li vir pereyan qezenc bike tu li ser tiştên çawa disekinî..." Digel her tiştî wî dev ji nivîsandinê bernedaye û di dawiyê de kurdiya xwe pêş xistiye, roman nivîsandiye. Di romana "Wêneyên Keserê" de wêneyan pêşkêş dike. Yek ji wêneyan jî ewên ku gotin jêre gotine ne...
Di nav romanê de karatkerên kurd, yên biyanî, jiyana sirgûnê û tevlihevî... Çûyîn, mayîn, jiyana kirêt... Û gelek wêneyên din hene. Bi rêbazeke vegotinî nivîskar Qasimlo romana xwe sazkiriye.