FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ
Niha li her derê “KARNE” tê dayîn, di devê her kesî de ev peyv heye. Hin zarok lê dinêrin şa dibin, hin jî ji qehiran digîrîn. Rewşeke tevlihev. Lê ev geremol tenê bi zarokan nema, ev peyv di nava rewşenbîran de jî, bû mijara gengeşiyên bi tîn. Lema divê mirov çend gotinan li ser vê binivîse û şêlûkirina warê etîmolojiyê jî hinek veke.
Li Rojhilata Navîn ne tenê bûyar û rastiyên dîrokî her tişt hatine serûbinkirin. Bi giranî şaşî û tiştên belovacîkirî wek rastî dane pejirandin. Desthilatdaran tim çarçoveyeke li gor berjewendî û rûpoşkirina rastiyên xwe danîne pêşiya zanyar, wêjevan, dîroknûs û alimên olî. Van derdorên navborî jî li ser vê fermanê rastî manîpûle kiriye. Rastiyên bi aliyên rewşenbîrên xwedî wîjdan ve hatine nivisandin jî bi pirranî hatine tahrîfkirin û şewitandin.
Em îro gelek vekirî dibînin ku Daîş dikeve kuderê, diruxînin, disojin, belgeyan ji holê radikin. Serkariya RTE-AKP ê jî li bajarên Kurdistanê heman tiştî dike. Çapemeniya wan jî bê navber rastiyan belovacî dikin, hewl didin ku derewan wek rastî bi bala giştî bidin pejirandin. Di her demên dîrokê de, di bin fermana her desthilatdarî de rewş wiha bû. Ev awa sextekarî di warê etîmolojiyê de hê tarî, manîpûle û şêlûtir bû.
Etîmolog yanê kesên ku li ser mijara rîçalnasiya peyvan dixebitin, wek metod bi giranî peyv cara yekem li ku û wek malê kîjan zimanî hatibe nivisandin, wê bingeh digirin. Yan jî li kîte û şibîna wê ya peyvên zimanên din wek Erebî, Latînî û hwd dinêrin û biryar didin. Em bibêjin peyveke Kurdî cara yekem di belgeyeke Tirkî de hatibe nivisandin, li gor pirraniya etîmologan êdî ew wek peyveke Tirkî tê zanîn. Mînakek piçûk pirraniya me berê “qelem” wek peyveke Erebî dizanî, lê îro tê zanîn ku peyveke ji zimanekî din ê kevnar e.
Dema em wek mînakek balkêş vê pirsê bikin; gelo “zewac“ ji kîjan zimanî ye? Wê pirraniya me vê wek Erebî bi nav bike. Lê em îro dizanin: 1 - Di Pehlewî de peyva “zeveng” (seks, şehwet) heye. Peyva “pêzeveng” jî ji vê peyvê tê. Yanê kesê ku vî karê seksê dide kirin “bi + ê =pê + zeveng” 2 – Dema peyvên îranî derbasê Erebî dibin, paşgîna „g /ng“ dibe „c“ mînak „giyan“ bûye “can” Ango zeveng bûye zevec =zewec =zewac. Yanê ti tîkiliya xwe bi duduyên Ereban re tune.
Manîpulasyona herî sexte jî bi aliyê etîmologên Tirk ve hatine kirin. Dema peyvek ji Kurdiyê girtine, li hemberê wê li zimanê ewropî nêrîne birine şibandine peyva ewropî ku kes nizanibe ji Kurdî hatiye. Mînaka herî balkêş jî peyva “karne” ye. Kurdên Rojhilat (Îran) û kesên faris bi angaşta ev peyv kurtkirina “karname”yê derdikevin pêş. Di pirtûkên etîmolojiyên Tirk de jî birine bi peyva fransî “carnet” (çar pel) ve girêdane. Lê em dizanin ku “karne” yek pel e, ne çar pel e. De were ji nav derkeve.
Mînakek jî peyva „nûve“ ye. Dibêjin; “bûnda yenî nûveler var!” Yanê di vê de tiştên nû yê din hene. Lê di formeke wisa de bikaranîne tu kes bi ser ve nabe. Em peyvên “serserî (kafa üstû), serxoş (kafasi güzel), turşû (ekşîmsîtirak tiştek wisa) hê bi sedan peyvên din bidin aliyekê. Di pirtûkên wan ên etîmolojiye de peyvên Kurdî yan malên farisî ne, yan “eskî dîl” (zimanê kevn), yan jî “yerlî dîl” (zimanê cigehî) e.
Yanê çawa bi alîkariya “Turk dîl tarîh teorîsî” dîrok, warê pleantropologiyê tevlihev kirine. Ji çemê Bosn gelekî çêkirine, jê re boşnak gotine (bê me û Tirkan kes vê weha nizane) Ji pomagatan (bi Sirbî cerdewan) pomak afirandine, wisa jî warê ziman warê etimolojiya peyvan lewitandine. Niha jî bi RTE û AKPê baweriyeke cihanî dilewitînin. Bila karneyên yan jî ew /karnameyên zarokan li ser xêrê bin.
22.06.2016, Yenî Ozgur Polîtîka