Diyarname
Li gelek bajaran KURDÎ-DER û Egîtîm Sen'ê ji bo 21'ê Reşemî Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî pîroz kir.
Li navçe û bajarên wekî Amed, Culemêrg, Mêrdîn, Riha, Enqere, Wan, Batman, Îzmîr, Mûş, Edene, Ebex, Elbak, Erdîş, Gever, Şemzînan, Farqîn, Erxanî, Bismil, Qoser, Dêrîk, Nisêbîn, Cizîr, Sîlopî, Milazgir, Tetwan û gelek bajar û navçeyên din çalakiyên meşê û daxuyaniya daxuyanî pêk hatin.
Di daxuyaniyan de hate xwestin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û di Zagona Bingehîn de bê parastin. Bi deh hezaran kesan got: "Zimanê me hebûna me û rûmeta me ye"
Di daxuyanên li Amed û derdorên wê de jî banga tevlîbûna meşa dê li Amedê pêk bê hate kirin.