Bavê min Ehmedê Reþo
Edîb POLAT
Ez di nav notên xwe de rast li peyvekê hatim, wiha digot: “Kurd pir in, lê tifaqa wan tune, heke bibin yek dê heqên xwe bistînin. Ehmed Polat.”
Ez qala bavê xwe dikim, qala yê ku piþtî êþeke xedar, li pey xwe bîranînên tijî keser, ked, hezkirin û ders hiþt û ji nav me koç kir. Bi çûyîna xwe, wekî malbat me û hezkiriyên xwe dilkeser hiþt.
Ew kî bû? Çawa jiya bû?
Çar sal piþtî jidayikbûna wî, Þerê Cîhanê yê Duyemîn dest pê kiribû. Û xelaya Îsmet dîtibû wî, ji dê û bavekî yek tenê bû, bavê wî jî bê bira bû û kalê wî jî. Bavê wî Reþîd piþtî hatibû devera Silîva carek din zewicî bû, þeþ kurên wî ji xanima wî ya nuh çêbûbûn. Tirba bavê xwe Elî li ser kela Heskîfê hiþtibû ku niha hêj li Çemê Dîcleyê dinihêre.
Gava ew hatibû dinê, li Zengilo, li gundê mala Bukarkê li hember dewletê þerê þêxan hebû, Þêx Mîzbehê mala Bukarkê mehkûm bû, beriya wî Þêx Fexrî bi çil xulam û mehkûmên xwe re serî hildabû. Þêx Mîzbeh di þerê Seletê de cih girtibû, hevalên wî yên mîna Cemîlê Seyda, Sereþê Baqustanî û Þêx Evdirehîmê birayê Þex Seîd di nava genim de hatibûn þewitandibûn, serê Þêx Evdirrehîmê birayê Þêx Seîdê Kal û cangoriyên din ji Kemal re þandibûn.
Reþîdê bavê wî li wî gundî niþtecih dibe. Di nava xizaniyê de, di axa þêxan de mezin dike kurê xwe Ehmed bi kilamên Þêx Fexrî û serhildana þêxên kurdan. Ew nade xwendin, jixwe dibistan tune bûye li gund, lê ew xwendin û nivisîna bi tirkî ji ber xwe ve hîn dibe. Gava berê wî didin leþkeriyê, ew bi tirkî jî dizane, xwendin û nivîsandin jî. Lewma dixwazin wî bikin çawiþ, lê îxbara wî dikin, dibêjin, “ew kurd e, dê kurdan biparêze û talîm û perwerdehiyê bi wan nake.” Terfî jê digrin, didin yekî din. Digot: “Cihêtiya nava kurd û tirkan ji berê de heye. Min li Manîsa leþkerî kir, wan ez kirim çawiþ, lê yekî îxbara min kir got kurd e, terfiya min dan Temelê Kor!” Temel ji Trabzonê bûye û digel ku bi çavekî bûye jî, ew “çurûk” nenivisandine, di þertên Þerê Cîhanê yê 2’yemîn de pêdiviya dewletê bi leþkeran hebûye.
Di salên 1971-74’an de li gundên kurdan “Pêlkirina Qomando” dest pê dike. Gund bi gund, mal bi mal digerin, çekan ji gundiyan dixwazin. Ew vê eziyetê bi çavê xwe dibîne, digel ku çeka wî tune ye jî li gundê Çoltepe heqaret lê dibe. Piþtî Derbeya 12’yê Rezberê, di sermaweza sala 1982’yan de gava ez hatim girtin, ew ji ber deriyê îþkencexaneyê neçû, xwe gihand rayedaran û qereqol qereqol li min pirsî. Li Hefsa Bi Nimreya 5’an ji hefteyê carekê dihat hevdîtina min, di berxwedanan de ew bi malbatên din re bû, kesên mîna Leyla Zana li wir nas kiribû. Tê bîra min, gelek caran ji ber ku ez bi wî re bi kurdî diaxifîm, ew ji odeka hevdîtinê derdixistin. Her wiha diya min jî. Wî carnan xwe nedigirt, li cem leþkeran qala sîstema dewletê û rewþa siyasî dikir, wê gavê gardiyan û fermandar li ser serê wî diciviyan, guhê xwe didan wî da tiþtekî “sûckariyê” dibêje an na. Di mahkemeyên min de, li cihê guhdaran rûdiniþt û bibaldarî heta dawiyê dozê diþopand. Di berxwedana sala 1984’an de (meha rêbendanê de), gava ji qawîþan dûxan bilind bibû û hemî malbatan êdî ji zarokên xwe dest þûþtibûn, bavê min li ber deriyê girtîgeha Amedê bi yên mîna Îbrahîm Bulut (bavê nivîskar Selahattîn Bulut) re hewl dabû ku têkeve hundir. Lê digel ew çend êþ û eleman, tiþtek wekî bûyeran sala 1985’an li wî bandor nekiribû; Ew sal min cezaya xwe xelas kiribû û ji hefsê hatim berdan, lê nehatibûm berdan! Li ber deriyê Girtîgeha bi Nimreya 5’an careke din leþkeran ez teslîmî polîsan kiribûm. Bavê min wekî her car li ber derî li benda min bû. Wan ez birim avahiya Emniyetê ya ku berê li cihê “Defterdariyê” bû. Bi hinceta ku min hêj erka leþkeriyê bi cih neaniye, li qata þeþan ez girtim bin çav. Lê ez hêj xwendekarê zanîngehê bûm, mafê wan tune bû min biþînin leþkeriyê. Armanca wan tiþtek din bû, planên wan yên kirêt hebûn, amadehiya “faîlî meçhûlan” dikirin. Bavê min ji vê yekê ditirsiya û tu car bawerî bi dewletê nedianî, carna bi henekan digot “heke þewqeya mirov bêhemdî têkeve nava têlan, mirov di sê mehan de nikare wê ji wir derxîne!” Bi rastî, di dema 12’yê Rezberê de me wekî girtî çi eziyet kiþandibe, malbatên me du caran li me kiþandine. Ew bi me re birçî, bi me re di girevan de bûne, meþiyane ji bo me û dar xwarine. Min dê qala bûyera sala 1985’an bikira. Þev e, tarî ye, çav çavan nabîne. Bavo ji bo ez werim berdanê, vir de tê, wê de baz dide, bi rayedaran re di dan û stendinê de ye. Jê re dibêjin “mafir ku kurê te hêj xwendekarê zanîngehê ye, here tecîla wî dîsa nû bike, bila nikaribin wî biþînin leþkeriyê.”
Piþtî vê gotinê, ew radibe berê xwe dide Bismilê, heta þaxa leþkeriyê nasekine. Diçe cem berpirsiyar, dibêje hal û mesele ev, kurê min sê sal in di êþkenceyê de ye, nû hatiye berdan, lê dixwazin wî biþînin leþkeriyê, ew þagirt e, gelo hûn dikarin tecîla wî nû bikin? Berpirsiyar li dosyeyan dinihêre, dibêje “belê, ew li cem me wekî xwendekar tê dîtin, lê em dê tecîla wî nû bikin.”
Bavê min çawa tecîla nû digre dest, berê xwe dide Deriyê Serayê. Ew bi þev xwe digihîne wir û kaxizê tecîlê dide destê fermandêr. Fermandêr heyrî dimîne, dibêje em nikarin kurê te berdin, ew terorîst e, divê tu jî li pey îþê wî negerî. Bavê min dibêje, “kurê xwe di dest we de nahêlim, mafir ku hatiye berdan û hêj þagirt e, divê hûn bihêlin ji bo were malê.”
Fermandar qebûl nake, pê re dikeve niqaþê û demançe li wî dikþîne, dibêje, “bes xeber bide! Heke tu serê min bêtir tevlîhev bikî, ez ê te bikujim! Tu jî mîna kurê xwe terorîst î!” Di tarîbûna þevê de çekê dike serê bavê min û ew bi kuþtinê tehdît dike.
Rojek bi þûn de wan ez ji wir derxistim û li doça leþkeriyê siwar kirin, min nizanibû ew min bi ku derê de dibin. Li ser riya Farqînê li Qereqola Kaxitlî wan ez daxistim. Ew li fersendê digeriyan, lê bavê min bi tirimbêlek din tê ber qereqolê. Ji min re gotin em dê te biþînin Bismilê.Kêlîkê bi þûnde maþîneya miqamê ya fermandarê Bismilê hat, wan ez bi wî fermandarî re þandim. Ez li Bismil hatim berdan.
Di serê nivîsê de min gotibû, rayedarên dewletê ji bavê min hez nedikirin, tewer carna ew diþopandin, li cem xwe wekî kesekî “sakincalî” ew didîtin. Mînak, birayê min çend sal berî niha xwestibû destûrnameya çeka xwe nû bike. Çek wekî yadîgar ji bavê me mabû, lê Emniyetê destûr neda û ruxsata çekê nû nekir. Li ser dosyeya birayê me, bi destnivîsek sor wiha nivisîbû: “Ew kurê Ehmed Polat e!”
Belê em kurê te ne bavo. Oxir be, em bawer dikin rihê te niha li cem Mûsa Anter û Þêx Veysel Ongorenê destbirakê te, di bihuþta baqî de ye.
***
Nivîsên Edîb Polat ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Ev dil çi ji bîr dike?
- Bi Mûnzûr re çi herikî?
- “Rê”ya ber bi qeyrana dil!
- Þaþiyên ziman ên TRT 6’ê -2-
- Þaþiyên ziman ên TRT 6'ê