Diyarname
Li gor îstatîstîkên TUÎK'ê li bajarên kurdan asta betalî bilind dibe. Li Şirnexê tenê sedî 4,8 kes xwedî karekî ne.
Sosyal Sigortalar Kurumu (Saziya Ewlehiya Civakî) ya Tirkiyeyê agahiyên xwe nû kirin. Ev agahî li gor Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiyeyê (TUÎK) hatin amadekirin. TUÎK'ê agahî li ser 70 mîlyon û 586 hezar û 286 kes ku qeydên wan li gor navnîşanê rêzkkiriye hatine sazkirin.
Fermo ji raporê agahî:
- Li Tirkiyeyê 3 mîlyon kes ne ji qerta kesk a tenduristiyê, ne jî ji ewlehiya sîgortayên din dikarin fêde bigirin.
- 9 mîlyon û 347 hezar û 150 kes bi qerta kesk pêdiviyên xwe yên tenduristiyê tînin cih.
- Qerta Kesk herî zêde li Culemêrgê heye. Culemêrga ku li gor reqemên fermî xwedî 246 hezar û 469 kesî ye, ji van 138 hezar û 21 kes xwedî qerta kesk in.
- Herî zêde li Mûşê gel ne xwedî sîgorta ye, ne jî xwedî qertê kesk e. Ji 405 hezar û 509 serjimariya Mûşê 89 hezar û 585 kes tu ewlehiya wan a civakî ya sîgorteyî nîn e. Bi vê hejmarê sedî 22,09 a serjimariya Mûşê ji tenduristiya bê pere bêpar e.
- Li Tirkiyeyê 15,1 mîlyon kesên ku dixebitin girêdayî SSK, Bag-kur û Sindoqa Malnişîniyê ne. Bi temamî jî 5,8 mîlyon kes malnişînên vê saziyê hene. Ev ên girêdayî van saziyan (hem ên dixebitin, hem ên malnişîn) li sedî 37,2 mîlyon kesî dinêrin. Yanê ew debara vê jimareyê dikin.
- Betalî herî zêde li Şirnexê heye. Li Şirnexê tenê sedî 4,80 kes xwedî karekî ne. Pişte li Agirî sedî 5,28, li Çewlîgê sedî 7,7, li Culemêrgê sedî 6,34, li Amedê sedî 8,72, li Mûşê sedî 6,81. Enqereyê bi sedî 32,22 bajarê ku herî zêde dikare kar bibîne ye.
- Herî zêde li rojavaya Karadenîzê malnişîn hene. Li Bartinê sedî 15,33'yê wan malnişîn in.