• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Serbest

Rondikên ji jiyana kevneþopî diniqutin

Dîrok : 05 11 2012 | Beþ :

Serbest

Mahmut Ozçelik      

Pirtûka “Rondikên Hêviyên Wenda”ya ji hêla nivîskar Fêrgîn Melîk Aykoç ve hatiye nivîsîn, ji çend çîrokên li ser zewaca kevneþopî hatiye hûnandin pêk hatiye. Û êþ û janên keç û jinên di bin jiyana paþverû de dijîn radixe ber çavên me. Pirtûk ji pênc çîrokan pek tê:

1- Bê Qelind:
Pirtûk bi novela (çîroka dirêj) “Bê Qelind” dest pê dike û zewaca bi destê mezinanên malê, li ser ciwanan hatiye ferzkirin, bi hemû hêlan ve vedibêje. “Bê Qelind” bi jiyana rojane ya gundê Avrê re, bi têkiliyên keç û xortên gund re, bo keçan karê bêrîyê an ji bo xortan karê bênderê re diherike. Di herka novelê de dema keçên gund ber bi bêriyê ve diçin çawa pêrgî çend siwaran tên û jê yek bi “ziktirþîbûnê” tê binavkirin û paþê dibe bela serê Delalê, tê vegotin. Lewra ew mirovê ziktirþî bi hevjîna xwe re ji bo lawê xwe li keçek digere û di rêya bêriyê de çav li Delalê dikeve û biryara xwestina wê digirin. Piþti biryara xwestinê, mirovê ji hêla keçên gund ve bi navê ziktirþî tê binavkirin, bi navê xwe yê rast Ferîg rojek tê û dibe mêvanê bavê Delalê, Sebrî. Bêyî ku haya Delalê jê hebe nola ku têcir û xwediyê pez di buhayê de lihev bikin keçikê dixwazin û amadekariyên dawetê dikin.
Daweta bê dilê Delalê li dar dikeve û li çûyina ber bi gundê ku wê bibe gundê Delalê yê nû, baranek nedîtî dibare û laserek welê radike ku berbû û xwendiyên dawetê di vê riya ku dibe riya mirinê, xwe bi zor xelas dikin. Delal di nava laserê de wenda dibe, hetanî êvarê lê digerin lê bê fêde ye… Ev karesata di dawetê de diqewime bi li ser darek asêbûna Delalê diqede. Delal nîvmirî li ser guliyê dara bî dimîne, ta ku çelengê xorta Sertîf bigihêje hewara wê. Sertîf dema ji zozanê Þerevdînê vedigere, li kêleka çem li ser guliyê darê Delalê dibîne û tavilê alîkariya wê dike. Bi rastî li ser guliyê darê dîtina Delalê hinek mirov dide kenandin, ji ber ku xwendiyê dawetê gelek wext digerin lê Delalê nabînin. Ji ber vê di demek ewqas dirêj de, di nav laserê de noqbûn û xelasbûn biçek derasayî dixwiyê, lê ev dinya ya ku tiliqûnîbûyî her tiþti bi mirov dide jiyandin, ev jî dibe ku tiþtek welê be. Dema Sertîf Delalê tîne mala xwe wê bi dermanên cur bi cur ên ji nebatan çêkirî bi rojan derman dike û di dawiyê de sax dike, dema Delal çavê xwe vedike dibîne ku li cihek xerib û li hember jî nola ku delalê ber dilê wê yê xewn û xeyalên wê hebe dilgeþ dibe. Evîndarê ber dilê wê êdî Sertîf e.
Ji zewaca wan du keç û du law çêdibe û di salên 87an de bi hatina þervanên azadiyê cîhana fikrên wan jî diguhere. Di vê navê de keça wan mezin dibe û têkoþînê nasdike û tevlî þoreþê dibe, ev rewþ dilê Delalê carek din disojînê.
Piþtî deh salan bi lêhatinek riya bavê wê bi mala wan dikeve û Delal xwe pê dide naskirin û bi hev re rondikan dibarînin.
Ev tev li pey karesata mezin a ku dibêje ez hatim wek libek nîskê dimîne. Lewra rojek di berbangê de Delal dibîne ku ji her hêlê ve leþkerên wek kuliyan ber bi mala wan ve tê. Tirs dikeve dil, bi hatina leþkeran re û bi destê wan her tiþ tevlihev dibe. Leþker xwarin û vexwarinên wan tevan tevlihev dikin, malê didin ber agir, xwezaya der û dorê tev wêran dikin û di jiyana Delalê de birîneke kûr dihêlin û diçin.
Delala ku ji zewaca bêdil, lasera rageþ xelas dibe lê ji lêþkerên roma zulimkar xelas nabe, bi çarenûsa xwe ya reþ re tenê dimîne… 

2-Piþk û Þû:
Di novela“Piþk û Þû”de nivîskar dîsa zewaca kevneþopî ya ku li ser keç û xortan wek barek giran e disekine. Di vê novelê de serpêhatiya Axa û Axînê tê vegotin. Axa xortek xwendina xwe di nîvî de hiþtiye û li gundê Mîrdanê niþtecih e û ji ber navê xwe pêrgî hinek nebaþiyan tê. Hevalên wî navê wî wek ji serdema feodalî maye dinirxînin û Axa zivêr dikin lê nizanin ku ji ber çend keçan þûn ve, Xweda lawek daye malbatê û ji ber vê, bavê wî navê Axa lê kiriye. Çend xortên gund hene ku ji mamostê gund fêrî hin tiþtan dibin, ev xort dem bi dem ji ber ku Axa ji Dîlberê hezdike jê didexisin û ev rewþ, bi ji wan dûr sekinandina Axa bi dawî dibe. Piþtî demekê gava Axa dildikeve Dîlberê, lê Dîlberê nadin Axa, Axa êdî ji dinyayê sar dibe, ji mirovan dûr dikeve û di nav qalikê xwe de dimîne. Bavê Axa jê re ji gundê Avrê keçek din dixwaze. Bavê wî Axîna ku qet nedîtiye jê re dixwaze. Axîn bi xwe jî, dildara xortekî ji gund de ku mala xwe barkiriye û çûye cihek nediyar.
Piþtî bêdilî zewaca van herdû ciwanan a bi biryara malbatan, êdî tenê a ji destê wan tê li benda piþka xwe mayin e. Gelo wê piþka wan baþ be an xerab be! Di nava van geloyan de gava þeva ewilîn pêrgî hev tên dibînin ku þikir korî, kûtî, kerî an qopbûna ji herdûyan yekî/ê tune ye, bi mecbûrî jiyana xwe didomînin û dibin hevrêyên hev ên jiyana bêdawî…

3-Min Xwelî li Serê:
Novela bi navê “Min Xwelî li Serê” bi pirsên têkel ên Xaspîkê û bi çîroka ku xwendiyên dawetek çawa tev de bûne dar û pê re jî bûye cihek pîroz destpê dike û me dibe bi bermayi yên ji baweriyên paganîzmê ve maye re rû bi rû dihêle. Balkêþiya vê novelê ew e ku hin baweriyên gel ên di demên berê îslamiyetê de mayî û di nava gel de hêj bi zindî tê jiyîn bi me dide pênasekirin. Koma daran( Þehîda Qîzbanan) ya ji hêla mirovên derûdorê ve pîroz tê dîtin û kesek qariþî tu darek nabe û tevî hemû ajalên di nav de diparêzin jî vê diselmîne.
Xaspîke bi mezinbûna xwe re dil dikeve xortê çeleng Sêrdîn, lê ji ber kevneþopiya tund a li ser keç û jinan ya civakê, nikare ya dilê xwe ji Sêrdîn re bibêje. Di vê navberê de pismamê wê Fero, bi exlaqê xwe yê jinan zivêr dike tê naskirin, dibe bela û dikeve derê Xaspîke ya xama. Li her derê Xaspîke ji hêla vî hovî ve tê zivêrkirin, bi vê jî namîne rojek dema kes li mal namîne, Xaspîke ji hêla vî mirovê nexweþê jinan ve di kadînê de tê tecawizkirin. Bi vê ve tacîza hetanî niha kiribû bi tecawîzê digihêje qonaxa karesatê. Bi vê bûyerê re, kulîlka wê ya di bihara emrê wê de, hatibû çilmisandin û ew jî ji jiyanê qetiyabû. Piþtî vê tecawizê ducanî dibe û derûniya wê xerab dibe, karesata ku hatiye serî nikare ji kesî re vebêje, ji ber vê rewþê çend caran dixwaze ku xwe bikuje lê her carê têkdiçe, bisernakeve. Di dawiyê de bi saya xaltîka xwe Gulçînê derdê xwe yê bê derman vedibêje û li çareseriyek ku civak û malbat tevlihev nebe digere, hetanî serî li jinek hosta ya ku berên jinên zarokan naxwaze digire jî  dide lê bê fêde ye, dawiya dawîn malbat hemû pêdihese ku Xaspîke ducanîye, ev rewþ herî zede li bav kartêkariyê dike û dixwaze keça xwe bikuje, lê berî wê Xaspîke þevek bêyî ku haya endamên malbatê jê hebe radibe û berê xwe dide Þehîda Qîzbanan û dema digihêje nik daran, li ber darek nigê wê diþemite û di nav lat û zinaran de gilor dibe û bi awayek tirajîk dimire.
Bi mirinê re jî pirsgirêk çareser nabe, lewra du apên wê naxwazin ku mezelê wê li nêzî Þehîda Qîzbanan were veþartin û vêca di nav birayan de þer derdikeve. Di vî þerê nav birayan de, ji hêla bavê Xaspîkê-Reso- ve bavê tecawizkar Fero-Hemo- tê kuþtin, bi vê re jî belayek din aj dide û derd hêj girantir dibe.
Di vê novelê de rastiyek jî ev e ku heçko zilm û pêkutiya li ser jin an keçê ne bes e, gorek jî ji wan re zêde tê diyîn… Çimkî li ser kifþkirina cihê gorê de þer derdikeve û birayek koça dawî dike…

4-Ev Mêr e, yan Lorîkê min e?:
Ev Mêr e, yan Lorîkê min e? Ev novel jî, bi diyaloga Nazdar û Xalo dest pê dike, û Nazdar ji Xalo hêvî û lava dike ku zewaca wê ya bi lawikê neh salî re bi lorîkên hewarê bixemilîne û vebêje ta ku dinya ava be neyê jibîrkirin. Nazdar keçek elewî û ji hêla bav ve malbatek bi hunera dengbêjiyê ve eleqedar tê xuyakirin. Lê di vir de tiþtek xumam heye ew jî ji ber elewîbûna Nazdarê gelo qet pirsgirêkên wan ên bi baweriyê ve girêdayi der nayê? Ji ber ku li herêma bûyer lê qewimiye em dizanin ku jiyanek pir tûj a kevneþopî û bi xeletiyan hûnandî tê jiyandin. Ya din jî di vê beþê de nivîskar ji devê Nazdarê hin hevokên kirmanckî(Dimilkî) der dibe (rûp.172), lê divê ev wek jêrenot li kurmancî bihata wergerandin. Lewre dibe ku nivîskar serwerî wê lehçeyê be lê xwînerên wî? Nazdar di hijdeh saliya xwe de, bi lawikek neh salî re bêyî vîna xwe tê zewicandin, di vê zewacê de malkambaxiyek jî ew e ku, nasek wan yê li Almanyayê bicih bûye tê û Nazdarê edetî bi markên Almanî dikirin û di demek kin ya dû dawetê re jî dibe Almanyayê. Di vê novelê de geh bi devê Nazdara hijdeh salî, geh bi devê lawikê neh salî serpêhatîya zewaca wan ji Xalo re tê vegotin. Mixabin di vê novelê de nivîskar tenezul nekiriye ku navek li lawik bike. Ez rastî navê lawik nehatim! Nivîskar di vê zewaca hem bêwext, hem jî bêdil û bêvîn de dide fêmkirin ku civaka kevneþopî, çawa di kesayetiya Nazdar û lawikê neh salî de, cîhana mirovan vedimirîne.
Piþtî zewaca lawikê berþîr, bi salan derûniya lawik xerab dibe, Nazdar jê re dibe dayik wî mezin dike, pîþtî çend salan li Almanyayê pirsgirêkên wan ên malbatî mezin dibe û mêrê Nazdarê malê diterikîne û þopa xwe winda dike. Nazdar tevî çend zarên xwe dimîne di nava bêkesiyek mezin de li welatê xeribîstanê.

5- Dotmam û Pismam :
Novela dawî ya bi navê “Dotmam û Pismam” bi çend hêlan ve balkêþ dixuye. Ji vana yek jiyana eþîrên koçer ên ji biharê hetanî payizê li çiyayên Çepeqçûrê, li hêla zozanên Çapanikê bi xwedîkirina pez re mijûlin tîne ziman, ew jiyana wan a bi zor û zehmetiyan ya li zozanên hênik, ji bo debara wan tiþtek jêneger e. Balkêþiya din ew e ku di vê novelê de di civakê de hêj jî bandora baweriya zerdeþtiyê bi zindî dixuye, mînaka vê jî di dema lawek ji axayê êlê Mendo re çêdibe kizotên agir dikin nav tasekî û datînin ber serê lawik, hetanî çilrojî agir di malê de venamire û ji mal jî dernakeve der, da ku ev agir wî ji ehlê taritîyê biparêzin.
Mijara vê novelê de du êlên koçera li zozanên Çapanika nêzî Kanîreþê konên xwe vedigirin, ji êla axayê wî Mendo ye re lawek bi navê Xelef û ji jina birê wî re jî keçek bi navê Xeycan çêdibe. Ev herdû zarok jî di salên hev de ne û bi hev re zaroktiya xwe derbas dikin, nola xwîþk û bira ji hev naqetin û ev bi wan re girêdanek wek zarokên heman dê û bavî çêdike. Ji hêla din ve, ji eþîrek din jî bi navê Nêrgiz keçek pir xweþik tê dinê ku ew jî di temenê pismam û dotmama wek bira bi hev re dijîn de ye. Bi derbasbûna demê re Mendo yê bavê Xelef dixwaze lawê xwe bi biraziya xwe, hevala zaroktiya Xelef û di heman malê de mezin bûyî re bizewicîne. Lê ev rewþ ji hêla herdûyan ve jî nayê pejirandin, lewre Xelef dilketiye keçika êla cînar ya bi navê Nêrgiz, Xeycan jî dil ketiye lawikê bi navê Sertac ê ku bi rasthatinî riya wî bi konê mala bavê wê ketibû… Di jiyana koçeran de kevneþopî pirê caran dibe egerên gelek nerêniyan. Dîsa welê dibe. Zora ku li ser Xelef û Xeycanê tê kirin da ku bi hev re bizewicin derê karesatek nû vedike. Çimkî Xelef dixwaze bi Nêrgiza eþîra cînar re bizewice kes guh nadê, Xeycan jî li benda Sertacê ber dilê xwe ye ku were û wê birewîne. Lê mixabin xweziyên wan nayê cî. Bi darê zorê wan herdû yan-Xelef û Xeycanê- dizewicînin. Ev zewaca, nola zewaca bira û xwîþkê di hiþê pismam û dotmamê de cî girtiye, deriyê çareseriyek bêdawî vedike. Biþev bi dizî ji konê ji bo wan hatiye terxandin derdikevin, diçin nêzîkî gundê Qerehemza li cihek bidar, herdû bi xweziyên xwe yê di dilê bi kul de veþartî, xwe bi kindiran ve bidar de dikin û koça dawî bi karesatê diqedînin. Tê xuyanî ku pêkutiyên li ser xort u xamayan çawa bi dawî dibe. 
Ger mirov bi tevahî pirûkê bide ber nirxandinek mirov bi hêsanî dikarê bibêje ku novelên di pirtûkê de, mîna ku çarenûsa jinan ya ji hêla civaka baviksalarî ve hatiye dorpêçkirin û dîlgirtin bixuye jî, di bingeha xwe de bi zewacên derî xwesteka mêr an lawan jî, çawa di kesayetiya wan de birînên nayê jibîrkirin vedike, vedibêje. Yanê mîna ku mirov bibêje bi qasî jinê mêr jî di vê kevneþopiya xedar de hatiye fetisandin.
Zimanê nivîskar zimanek bi peyvên herêma serhedê ve hatiye xemilandin dixuye û çêjek cihê dide xwendinê. Lê di bikaranîna hinek gotin an peyvan de mîna ku di gumana nefamkirina xwîner de be, wateyên wan ên herêmên din jî dubare dike, divê qet pewîstiyek welê nedîta. Mînak:”Birazava-þoþban-ezepçerî”(rûp.195), xweng-xwîþk-xweh(rûp.199). Cihên bûyer lêqewimiye di navbera Kanîreþ û Gimgimê de dixwiye.(Ji bo çîroka “Ev mêr e,yan lorîkê min e?). Bilêvkirina gundê Qerehemza rojnamevan û nivîskarê mezin “Ahmet Kahraman” ê ku li wî gundî bi dayik bûye jî jixweber tê bira mirov.
Kêmasiyek nivîskar a ku dixuye ew e ku hevok hêj neqediyaye xalê(.) bikartîne û hevokê hem nivco dihêle hem jî herikîna wî zimanê xweþ yê rehwan dide likumandin. Mînak:”Tiþtê mirov baþ nenasê, nebîne. Mirovan di nava gumanan de dihêle”(rûp.55). Mîna ku  di navbera van hevokan de pêwîstî bi xalê tunebe. Yek a din: “Eger em vê carê jî bigêhêjin hev. Ezê ji wî re bibêjim, bila bê min bixwaze.”(rûp.230). Çawa ku dixwiye qet pewîstî bi xalê tune ye, pê re jî rehwaniya ziman asteng dike. Bi vî rengî bi dehan hevokên nola ku xelet bin dixuye, bi hêviya ku di çapek din de were sererastkirin. Xeletiyek ber bi çav ya biçûk jî tevî ku nivîskar çîroka xwe ya yek li ser gundên Gimgimê wek Baskan, Qulan, Gundê Mîran, Dodan, Dadînan hûnaye û Çapanik jî bi van gundan re cînar e di hevokek de dibêje “Min xwest ez biçim Gimgima Vartûhî”(rûp.225) û me þaþwaz dihêle. Çimkî Varto û Gimgim navê heman navçeyê ya Mûþê ye, tenê Gimgim navek ji kûrahîya dîrokê tê û Varto jî navê wê yê fermî ye.
Divê mirovên pirtûkhez xwe ji xwendina vê pirtûka bi zimanek xweþ lê bi mijarên xemgînî ve dagirtî mehrûm nehêle û teqez bixwîne. Û ger bixwazin di heman mijarê de pirtûka nivîskar Aram Gernas ya “Toqa Lanetê” pir hêja ye. Ev pirtûk jî mijara xwe bi serboriya jinek kurd ku ji Farqînê dest pê dike û ji gara trênê ya Amedê ta rojavayê Tirkiyeyê didomîne û jina pêrgî her pêkutiyê hatiye vedibêje. Çapa wê ya yekem mixabin ku hêj li firoþgeha pirtûkan xelas nebûye û di sala 2007an de ji weþanên Dozê der çûye. Rondikên Hêviyên Wenda jî mixabin hêj di çapa yekem de û ji weþanên “do” yê derketiye. Sed carî mixabin ku çapên wê yên nû hêj derneketiye. Hin pirtûkên bi zimanê tirkî çapbûyî mirov nizanê ka çi dibêjin tu dinihêrî wa yê çapa sedî û dusedî kiriye… Lê ev pirtûkên me yên xweþik hêj di çapa yekem de digirîn, ji ber bêxwedîtiyê…
Rondikên Hêviyên Wenda êþ û janên jin û keçên kurd ên ji ber pêkutiyên jiyana feodalî û paþverû û kevneperestî bi hewar û qêrînan hatiye hûnandin e.   
Her tiþt ji bo em dara wêjeya xwe bêav nehêlin… 

Têbinî:1- Helbestavanê kurd Arjên Arî hemû “Þêrgele”yên çiya û daristanan sêwî hîþt û  xatir ji vê dinyaya ji dek û dolaban dagirtî xwest û çû, oxir be kedkarê helbesta kurdî oxir be…

Têbinî: 2-Di serî de dixwazim bibêjim ku sedema hilbijartina vê pirtûkê - Rondikên Hêviyên Wenda -bo nirxandinê, nivîsa birêz Fêrgîn ya bi navê “Divê mirov ji "na"yê re bibêje NA” *bû. Ji ber ku birêz Fêrgîn bêyî ku navê lektorê Weþanxaneya NA'yê bilêv bike, rexneyên tund û tûj li ser þaþiyên weþanên “Na” yê ku, di pirtûkek de kiriye dike û wiha dibêje ”… wî çawa romana xwe biriye, daye destê kesekî ji rastnivîsê bêhay ê qaþo xwe lektor nîṣan daye û çawa hîṣtiye ku ew hem bi zimanê kurdî, hem jî bi hevok û zimanê wî bilîze?” (Ev hevoka jor ji nivîsa birêz Fêrgîn ya di Diyarnameyê de bi navê “Divê mirov ji "na"yê re bibêje NA” de hatiye weþandin, hatiye girtin. Ji wî qest nivîskarê romana bi navê “Perde”yê Cîhan Roj e ku pirtûka xwe di weþanên Na yê de weþandiye ye). Birêz Fêrgîn þaþitiyên hatiye kirin bi mafdarî rave kiriye, tiþtek baþ e, lê divê neyê jibîrkirin ku ji ber hin xeletiyan mirov rabe û xebatên hin kesan ên ji bo zimanê kurdî di serî de asteng bike, ev helwestek erênî nîn e. Çimkî ger em bi mantiqê birêz Fêrgîn tevbigerin li pey nirxandina pirtûka wî ya bi navê “Dema Siya Borî” ya ku bi sernavê “Romana Sîya Dema Borî di tayên pêkêþkê de”** ji hêla nivîskar Perwîzê Cîhanî ve hatiyê nirxandin û di Diyarnameyê de hatiye weþandin, û li ser bi sedan xeletî û þaþitiyên wî yên di hêla rastnivîsîn û rêzimanî de rave kiriye bibîne, divê kes derfetê nede wî jî, ku ew hunera xwe ya edebî pêþve bibe û dê ev jî li ser xeletiya hatiye kirin bibe xeletiyek hêj mezintir. Ji ber vê divê ji hêla rexneyan ve mirov hinek çak û çêker û nerm be, ne ku rûxîner be. Û pirtûka ku ez dê ji hinek hêlan ve binirxînim dê hûn jî bibinin ku heta em binivîsînin dê xeletî û þaþitiyên me jî hebe, wekî hinek þaþitiyên birêz Fêrgîn jî kiriye. 

firatt_muratt@hotmail.com

***

* Divê mirov ji "na"yê re bibêje NA
** “Romana Sîya Dema Borî di tayên pêkêþkê de”

***

***

Nivîsên Mahmut Ozçelîk ên ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:

- Lehengek Sêwî yê Tazî û Evîna wî ya Nîvcomayî
- ‘Gîtara Bê Têl’ û ‘Perde’
- ‘Berbiska Zer’ a bêmiraz

Hûn dikarin li van jî binêrin

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji girtîgehê derket

Piþtî 30 salan bi 6 pirtûkên kurdî ji...

11 08 2022

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur kir

TRT2’yê fîlmê ‘Jiyana Hinên Din’ sansur...

10 08 2022

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

Mîzahþorekî Salên 1990'î: Mahmûd Lewendî

08 08 2022

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam gotin wekî ajotina erebeyê ye”

Dengbêj Silhedînê Gundê Mîra: “Klam...

03 08 2022

Ev jî hene

Bi fotografanê newe û kanan Heskîf

Bi fotografanê newe û kanan Heskîf

08 06 2019

Ez kî me!

Ez kî me!

18 04 2018

Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê-2

Egîtîm-Sen û xala perwerdehiya bi zimanê dayikê-2

22 06 2008

Gotina Hefteyê: Raste rast em kirin hedef û gule berdan

Gotina Hefteyê: Raste rast em kirin hedef û gule berdan

16 07 2012

Teknolojî hat pêkenok û henek çûn!

Teknolojî hat pêkenok û henek çûn!

18 10 2011

Nivîsên Nû

Zekî OZMEN

Hemal

Zekî OZMEN

Çorê ARDA

Paradoksa hezkirinê, eþqê û welatperweriyê

Çorê ARDA

Omer Dilsoz

Keprokan çêkin ji þaxêt beranan

Omer Dilsoz

Helîm YÛSIV

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

Helîm YÛSIV

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname