Karîkaturîstê brezîlyayî Carlos Latuff çalakiya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin xêz kir. Xêzkar bi vê xêza xwe bal kişand ser çalakiya girtiyên siyasî yên kurd ku di 12'yê rezbera 2012'yan de dest bi grevê kirine û heta niha ev grev didome.
Carlos Latuff ku bi karîkaturên siyasî navdar e, girtiyên siyasî yên kurd yên di çalakiya greva birçîbûne de ne xêz kir. Di karîkaturê de Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoganê ku ji bo kes nebihîze guhên cîhanê girtine, ala kurdan û kulma bilind dibe hatiye xêzkirin.
Latuff, ku di sala 1968’an de li Rio de Jeneiro dayik bûye, bi fikra xwe ya siyasî jî tê nasîn û heta niha bi gelek rojnameyên Brezîlyayê re xebitiye û vê xebata xwe didomîne.
Latuff ku di organîzasyonên sendîkayê de karîkatûran çêdike, ji derveyî Brezîlyayê bi taybetî heta niha li ser pirsgirêka Îsraîl-Filistînê û karîkatûrên alîgiriya Filistînê jî bal kişandibû.. Her wiha ew di qada navnetewî de jî bi karîkatûrên dij-Amerîka tê nasîn.


