Diyarname
Maçên Kûpaya Cîhanê ya 2026'an didomin. Di maçên êvara 20'ê mehê de Almanya û Qeraxa Aj hatin hemberî hev. Almanya bi du golên lîstikvanê kurd Deniz Undavî bi ser ket.
DENÎZ UNDAV KET MAÇÊ, ENCAM GUHERÎ
Maça Almanya û Qeraja Aj li Stada Toronto ya li bajarê Torontoyê hat lîstin. Qeraxa Aj di deqîqeya 30'î de bi gola Franck Kessie bi 1-0 derket pêş. Nîveka yekemin wisa bi dawî bû. Di nîveka duyemîn, deqîqea 52'yan de lîstikvan Jamal Musiala derket û Deniz Undav ket cihê wî. Undav di deqîqeya 68'an de bi asîsta Amiri gölek avêt û encam anî 1-1'ê. Di deqîqeya 90+3 de Undav carek din derket ser dikê û encam diyar kir: 2-1.
Bi vê encamê de di dawiya maça diduyan de Almanya bi 6 pûanan yekemin e û bêyî maça sêyem bilîze mafê derketina ji komê bi dest xist. Qeraja A d 3 pûanan de ma.
Du tîmên din ên Koma E Ekvador û Curaçao ku pûanên her duyan jî tune ne, wê bi şev saet 03'yan de bên hemberî hev.
DENÎZ UNDAV Û MESSİ WEKÎ HEV IN
Deniz Undav di maça yekê ya komê, maça di navbera Almanya û Tunusê de jî ne di nav 11'ên pêşî de, dûre ketibû maçê û golek avêtibû. Bi golên îro re bû 3 golan diavêje. Niha Deniz Undav, Jonahtan David (Kanada) û Lionel Messi (Arjantin) di tûrnûvayê de xwedî 3 golan in.
HOLLANDAYÊ PIŞTA SWÊDÊ ŞIKAND
Di maça din a êvarê de jî ji Koma F Hollanda û Swêd hatin hemberî hev. Hollandayê bi 5-1 Swêd têk bir.
Maç li Stada NRG hat lîstin. Di deqîqeya 5 û 17'an de Brian Brobbey, deqeya 47 û 54'an de Cody Gampo û deqe 89'an de Crysencio Summerville golên Hollandayê avêtin. Anthony Elanga di deqîqay 59'an de tekane gola Swêdê qeyd kir.
Di maçan din a Koma F de wê Japonya û Tunus destê sibê saet 07'an de bi hev re bilîzin. Di vê komê de niha Hollanda xwedî 4, Swêd xwedî 3 pûanan, Japonya jî xwedî pûanek e. Tunus qet pûanên wê tune ne. Di maça destê sibê de Japonya bi ser bikeve wê pûnên wê û Hollandayê bibin yek.
Maçên sibê bi vî rengî ne:
21 Pûşper, Yekşem:
- Koma E: Ekvador - Curaçao, Stada Kansas City, 03.00
- Koma F: Tunus - Japonya, Stada Monterrey, 07.00
- Koma H: Spanya – Erebistana Siûdî, Stada Atlanta, 19.00
- Koma G: Belçîka - Îran, Stada Los Angeles, 22.00


