Diyarname
Jina hunermendê mezin Aramê Tîgran Sîrwart Melîkiyan ku 81 salî bû roja 5’ê adara 2022’yan canê xwe ji dest da.
Sîrwart Melîkiyan jî wekî Aramê Tîgran li Qamişloyê hatibû dinê. Ew di sala 1941’ê de hatibû dinê. 52 salan ligel Aramê Tîgran zewicandî ma. Aramê Tîgran di sala 2009’an miribû, wê çaxê xanima wî Melîkiyan tesîreke mezin ji vê girtibû. Ji wê rojê de jî Melîkiyan her li ser doza Aramê Tîgran bû û her li cem kurdan bû.
Malîkiyan ku li paytexta Belçîka Brukselê ligel zarokên xwe dijiyan, 5’ê mehê mir. Li gor agahiyê ku me ji rojnameger Kakşar Oramar ku nêzî malbatê ye girt niha prosedurên fermî didomin, 7’ê mehê dê cihê veşartina cenazeya wê diyar bibe.