Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê dema kayûman dişîne ser şaredariyan ku ev şaredariyên kurdan in her du mehan carek dema wan dirêj dike. Niha carek din dema kayûmiya Mêrdînê dirêj kirin.
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk bi dozek dihat darihandin par di 4'ê sermawezê de Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ew ji peywirê girtibû û kayûm şandibû cihê wî.
Piştî vê yekê, îsal doza li ser Ahmet Turk betal bû, lê kayûm nehat betalkirin.
Li gor pergalê dema kayûm 2'yê vê mehê dema Kayûmê Mêrdînê temam bûmû, Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê îro biryar da ku dema kayûmê Mêrdînê 2 mehen din dirêj bike.


