Diyarname
Nivîskarê sînemayê, rojnameger Agah Ozguç îro di 90 saliya xwe de mir. Pirtûka li ser Yilmaz Guney jî têde Wî gelek pirtûk nivîsandibûn.
Agah Ozguç di sala 1932'yan de li Stenbolê hatiye dinê. Wî di salên 1950'yî de di kovarên wêjeyê yên wekî Yelken, Petek, Şairler Yapragi, Turk Sanati û Salkim de dest bi nivîsandinê kir, dûre di sala 1961'ê de bi awayekî profesyonel dest bi rojnamegerî kir. Di kovarên sînemayê yên wê demê Artist, Sînema, Ses û perde de xebitî.
Wî ji bo gelek saziyan xebatên arşîvî kir û pêşkêş kir. Ji bo gelek kovarên sînemay^enivîsî. Ozguçê ku ji gelek saziyan xelatên kedê girt, ji Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê jî Xelata Rûmetê ya Sînemayê girt.
Wî gelek pirtûk nivîsandibûn. Li ser Yilmaz Guney jî du pirtûk nivîsandibûn ku yek jê bi navê "Arkadaşim Yilmaz Guney" (Hevalê min Yilmaz Guney) û yek jî "Butun Filmleriyle Yilmaz Guney" (Bi hemû fîlmên xwe Yilmaz Guney) bû.
Wî hema hema ji her alî ve li ser sînemaya tirk pirtûk nivîsandibûn loma wekî arşîva sînemaya tirk dihat hesibandin.
Ozguç îro li Nexweşxaneya Goztepeye Stenbolê ku dihat derman kirin mir. EW 90 salî bû.
Hin pirtûkên wî ev in:
- Turk Filmleri Sozlugu
- Turk Sinemasi Sansur Dosyasi
- Arkadaşim Yilmaz Guney
- Peçete Kagitlarindakî Anilar
- Turk Sinemasinda On Kadin
- Butun Filmleriyle Yilmaz Guney
- Turk Sinemasinda İlkler
- Bir Sinema Gunlugundan Aykiri Notlar
- 80'inci Yilinda Turk Sinemasi
- Turk Sinemasinda Cinayetler ve İntiharlar Dosyasi,
- Turk Film Yonetmenleri Sozgulgu
- 100 Filmde Başlangicindan Gunumuze Turk Sinemasi
- Turk Film Yapimcilari Sozlugu