Diyarname
Ji îro 3 nûçeyên derketin pêş: Meseleya bendava hilbijartinê, Dadgeha Zagona Bingehîn, fermana Denîz, Yusuf û Înan...
BBP'ê jî xwest bendav dakeve
Serokê Giştî yê BBP'ê (Partiya Yekbûyiya Mezin) Mustafa Destîcî îro li avahiya wan a li Eskîşehîrê daxuyanî da çapemeniyê û got: "Tirkiye dê hê çiqasî bi vê eyba bendava sedî 10 a hilbijartinê bijî? Em niha dinêrin dibêjin bila sedî 7 be? Sedî 5 be? Sedî 3 be? Çima wisa be? Çima hûn qala sifirê nakin? Li Almanyayê tenê dengek vala naçe. Li cem me çima bi mîlyonan deng dikin nav sergoyê. Divê bendav sifir be." BBP li Tirkiyeyê partiyeke nijadperest e û dengên wê nêzî sedî 1'ê ye. Partiya nijadperest a din MHP'ê jî çendek berê xwestibû bendav dakeve.
Kanar: AYM di biryara wekîla HDP'î de xwe înkar kir
Huqûqnas Ercan Kanar, biryara ku Dadgeha Zagona Bingehîn (AYM) der barê serlêdana Parlementera HDP'ê Gulser Yildirim de da nirxand û diyar kir ku Dadgehê bi vê biryarê xwe înkar kiriye. Kanar got ku êdî tu erka AYM'ê nemaye û wiha got: "Biryarên ku piştî îlankirina OHAL'ê dan derî hiqûqê ne. Di salên 90'î de biyranameyek lêkolîn kiribû, ka ya OHAL'ê ye yan na. Piştî îlankirina OHAL'ê ya dawî serlêdanên bi vî rengî pêk hatin. Hat gotin ku 'erka AYM'ê tune ye ku van selêdanan lêkolîn bike' û serlêdan hatin redkirin. Bi vê biryarê re, bi biryara xwe ya di salên 90'î de tewişî. Çima? Çimkî ji rêveberiyê ditirse. Ji serekê rêveberiyê ditrise. Bi temamî taybetmendiya xwe ya serbixwbûnê winda kiriye. Halbûkî madeya 138'emîn a Qanûna Bingehîn eşkere ye. Tu organ û kes nikarin talîmatan bidin organên darazê. Lê AYM li ser talîmatan dixebite. Piştî derbeya sivîl hema bêje tu briyareke wê ya erênî tune ye."
Fermana kuştina 3 ciwanan bi 47 hezar û 500 lîrayî hat firotin
Li Stenbolê bi ser înternetê de fermana ku têde îdama Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan haye û îmze kiriye hat firotin. Bi 5 hezar lîrayî dest bi firotina fermanê kirin û di mezatê de ferman bi 45 hezar û 500 lîrayî hat firotin. Kordînatorê Giştî yê Mezatxaneya Mezat a Perayê Cem Ozkan got ku fermanê gelek eleqe dîtiye. Mehmet Ozgur Boza ku ferman stand gotiye; "Çawa ez vê fermanê bigirim ezê biqetînim û bavêjim. Zêde tiştek ez bibêjim nebû." Di tora civakî de ev gelek hat belavkirin û gelek kesan diyar kiriye ku neteqetînin. Weqfa Dîrokê jî ragihandiye ku ji dêvla biqetîne bila bide wan.