Diyarname
Meclisa Tirkiyeyê tezkereya ku destûra ketina başûrê Kurdistanê dide Hikumeta Tirkiyê ji bo salekê dirêj kir.
Meclisê maweya tezkereyê saleke din dirêj kir. Bi vê biryarê Hikumeta Tirkiyeyê kengê bixwaze dikare fermanê bide Artêşa Tirkiyeyê ew li başûrê Kurdistanê operasyonê çêbike.
Ji bo nîqaş û dirêjkirina dema tezkereyê li Meclisa Tirkiyeyê îro civîn li dar ket.
Di civînê de mebûsên BDP'ê dengê redê da, lê maweya dirêjkirina dema tezkereyê ya ji bo salekê bi dengên mebûsên Ak Partî, CHP û MHP'ê hat qebûlkirin.
Di 28.12.2011'an de balafirên şer ên Tirkiyeyê li derveyî sînorê Tirkiyeyê, li nav sînorê başûrê Kurdistanê gundiyên Roboskî dan ber bombeyan û 34 gundiyên Roboskî hatin kuştin. Ger tezkere neba, artêşê nedikarî derveyî sînor bombebaran bike. Tezkere destûrê dide her cure operasyon û bombebaran a li derveyî sînorê Tirkiyeyê.


