Þanoya Dewletê 'Mem û Zîn'ê derdixe ser dikê
Diyarname
Mem û Zîn berhema mezin a kurdî ya Ehmedê Xanî ye. Berhem heta niha bûye lîstika þanoyê, bûye fîlm, bûye projeya dansê. Niha careke din lîstikek ji vê berhemê derdikeve ser dikê. Þanoya Dewletê ya Wanê ji "Mem û Zîn"ê lîstika þanoyê amade kir û dê di vê serdema nû ya þanoyê de lîstikê derxe ser dikê. Lîstika ku dê bi tirkî bê lîstin ji aliyê Îpet Atagun Gezener (yek ji hunermendên Þanoya Dewletê ya Enqereyê) ve hatiye bi rê ve birin û di lîstikê de 15 lîstikvan dilîzin.
Par dest bi provayên lîstikê hatibû kirin lê ji ber erdhejê lîstik bi paþ ve hate xistin. Niha ji ber ku Navenda Çanda Þanoyê di encama erdhejê de zerar dîtiye li bexçeyê þanoyê di konê de dê bê lîstin. Cara yekem lîstik bi beþdariya Cîgerê Waliyê Wanê Atay Uslu, Mehmet Yuzer û gelek hemwelatî hate lîstin û lîstik di vê serdema nû de dê bê lîstin.