Diyarname
Îro li Pêşangeha Pirtûkên Kurdî ya Batmanê li ser helbesta kurdî û kovara Tîrêjê panelek hebû. Panela ku ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat organîzekirin, li Salona Egîtîm-Sena Batmanê li dar ket. Di panela ku Emînê Botî moderatoriya wê kir de helbestvan Berken Bereh axivî.
Kovara Tîrêjê di salên 70'yî de hatibû weşandin, bi helwesta xwe û bi nivîsên xwe yên kurdî di nav dîroka kovargeriya kurdî de cihek girîng girt. Helbestvan Berken Bereh qala vê kovarê, girîngiriya wê ya di helbesta Bakur de kir. Bereh di panelê de got ku kovara Tîrêjê wekî bersivek û berdewamiya fikra Ehmedê Xanî ya ji bo neteweperweriyê derket. Bereh wisa got, "4 hejmarên Tîrêjê hatin weşandin. Di van 4 hejmaran de 52 helbest hatine weşandin. Di van helbestan de ku helbestvanên wan heta salên 2000'î jî hev û dû nedîtibûn, xem û zimanekî wan ê hevpar hebû. Helbestên bi fikra Marksîzmê li pirsa kurdî dinihêrî, di heman demê de ji kelepora çand û zimanê gel jî sûd werdigirt."
Bereh li ser girîngiya Tîrêjî jî wisa got, "Tîrêjê bi temenê xwe yê kurt wekî ekolekê cihê xwe di nav edebiyata kurdî de vekiriye."
Bereh piştî panelê li standa Avestayê pirtûkên xwe îmze kirin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Dawiya hefteyê nivîskar li Batmanê pirtûkên xwe îmze dikin
- Dilo: 'Min li ser rêça helbestên Cegerxwîn û Arjen Arî nivîsî'
- Dilsoz: Tu nikarî xwendevanê xwe bixapînî
- Fûara Kitaban a Batmanî dest pa kerd
- Pirtûk û nivîskarên kurdî diçin Batmanê (va ye hemû bername)
***