Diyarname
Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo kesên ku neçûne leşkeriyê sîstema ku navê "Bedelli" lê kirine derxist. Li gor vê yekê kesên ku li Ewropayê ne û neçûne leşkeriyê dê 10 hezar Euro bidin û neçin leşkeriyê.
Ji bo kesên li Tirkiyeyê ne û neçûne leşkeriyê jî 30 hezar TL wekî heqê bedelliyê hat eşkerekirin.
Di demên berê de dema "Bedelli" derketibû, yên ku serî lê didan 21 roj tenê diçûn leşkeriyê, lê li gor sîstema niha kesên serî lê bidin dê tenê pere bidin, qet rojek jî neçin leşkeriyê.
Wekî notek: Li Tirkiyeyê çûyîna leşkerî ji bo her kesî mecbûrî ye. Ji bo leşkerî jêre dibêjin "er" leşkerî 15 meh, ji bo kesên zanîngeh xilas kiribin jî leşkerî 5 meh e.