Diyarname
Piştî tîmên bilêtên Kûpaya Cîhanê ya 2026'an girtin, 16 tîm ji bo maçên play-offê man. Ji bo van 16 tîman pişke hat kişandin.
Di Maçên Hevtêkbirinê yên Ewropayê de 12 timên di rêza duyem de cih girtibûn û 4 tîmên ji Lîga Neteweyî hatin ketin nava yên play-offê.
Ji bo van li navenda FIFA'yê ya li Zuriha Swîsreyê pişte hat kişandin.
Maçên play-offê wê meha adara 2026'an de bêne lîstin.
Ev 16 tîm li 4 koman belav kirin, di her komê de pêşî maça nîv fînalê wê bê lîstin. Ji van 4 tîmên li nav komê du tîmên bi ser bikeven di maça fînalê de wê bêne hemberî hev. Û serketî wê here Kûpaya Cîhanê.
Pişke bi vî awayî çêbû:
RÊYA A:
- Nîv fînall: Îtalya - îrlandaya Bakur, Galler - Bosna Hersek
- Fînal: Wales - Bosna Hersek / Îtalya - Îrlandaya Bakur
RÊYA B:
- Nîv final: Îkrayna-Swêd, Polonya-Albenia
- Fînal: Ûkrayna-Swêd / Polonya-Albenia
RÊYA C::
- Nîv fînal: Tirkiye-Romanya, Slovakya-Kosova
- Fînal: Slovakya-Kosova / Tirkiye-Romanya
RÊYA D:
- Nîv fînal: Danîmarka - Makedonyaya Bakur, Çekya - Komara İrlanda
- Fînal: Çekya- Komara Îrlanda / Danîmarka-Makedonyaya Bakur