Diyarname
Festîvalên Fîlm, Şano, Muzîk û Cazê ku ji aliyê ÎKSV'ê ve hatin li dar xistin îsal ji aliyê 300 hezar kesî ve hatin temaşekirin.
ÎKSV her sal Festîvalên Fîlm, Şano, Muzîk û Cazê li dar dixe. Îsal di festîvala fîlman de 150 hezar kesî li fîlman temaşe kir û bi giştî 300 hezar kesî li hemû festîvalan temaşe kir.
Vaye ew festîval û hejmara temaşevanan:
- 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê di navbera 3-18'ê avrêla 2010'an de li dar ket. Di du hefteyên festîvalê de li 7 salonan, di 495 seansan de, ji 57 welatan 218 fîlm hatin nîşandayîn ku têde çend fîlmên derhênerên kurd jî hebûn. Digel fîlman 8 dersên sînemeyê û gotûbêj jî li dar ketin. Bi giştî 150.000 kes bû mêvanê festîvalê.
- Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ku di navbera 10 gulan - 10 pûşperê de li dar ket bi giştî 24 hezar kesî lê temaşe kir. Di festîvalê de ji derveyî Tirkiyeyê 9 şano û komên dansê, ji Tirkiyeyê 30 lîstik hatin lîstin. Îsal yekem car lîstikek bi kurdî "Nûrê/Nora" jî hate lîstin.
- 38'emîn Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ji aliyê nêzî 20 hezar kesî ve hat temaşekirin. Di festîvalê de li dor 600 hunermendî 21 konser dan.
- Festîvala Cazê ya Navneteweyî ku di navbera 1-20'ê tîrmehê de li dar ket ji ser 50 re konser hatin dayîn, ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê li dor 300 hunermendî bû mêvan. Îsal li dor 45 hezar kesî li çalakiyên cazê tameşe kir.
Yek ji festîvalên ÎKSV'ê, festîvala payîzê ya bi navê Fîlmekîmî wê di navbera 8-14'ê kewçêrê de li dar bikeve.
***
Nûçeyên li ser 29'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbole ên di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Festîvala Stenbolê sê caran got: “Min dît”
- Mêvanên festîvalê derketin gera Bogazê
- "Seyîd" derket pêşberî temaşevanan
- Di festîvalê de rêwîtiya belgefîlmên kurdan
- “Seyîd” di Festîvala Stenbolê de tê nîşandayîn
- Dawiya vê hefteyê gotûbêj û dersên sînemayê hene
-Festîvala Fîlman a Stenbolê deriyê xwe vekir


