Diyarname
Di gotûbêja "Kurdên Kafkasyayê" de rojnameger Salih Kevirbirî got, "Gotina 'Kurdên Sovyetê' şaş e, gere mirov bêje 'Kurdên Kafkasyayê'."
Li Stenbolê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî roja 21'ê mehê bi sernavê "Kurdên Kafkasyayê" gotûbêjek li dar ket. Gotûbêja ku Nihat Gultekîn moderatoriya wê kir de rojnameger Salih Kevirbirî axivî.
Kevirbirî ku heta niha li ser Kurdên Kafkasyayê gelek xebat kirine û hê jî têkiliya wî ligel kurdên wê derê heye, qala mijarê kir. Kevirbirî dîroka kurdên li Kaskasyayê heta 3 hezar sal berê bir û dûre got ku dewletên kurdan ên wekî Deysemî, Şedadî, Rewadî û hwd hatine damezdandin. Kevirbirî wekî mînak got ku Rewadî li Azerbaycana niha hatiye avakirin, taybetmendiyê dewletê pêre hebûne, mînak pereyên xwe çap kirine.
'KURDÊN KAFKASYAYÊ GOTINEKE RAST E'
Heta niha gelek kesî ji bo kurdên li wê herêmê gotina "Kurdên Rusyayê" bikar aniye û bi vî awayî pirtûk jî hatine çapkirin. Kevirbirî diji vê gotine derket û gt, "Ev gotina Kurdên
Sovyetê gotineke şaş e. Jiyana kurdên di bin navê Sovyetê de dor 70 salî ye, lê bi hezaran sal in kurd li wê axê dijîn, loma gotina Kurdên Sovyetê şaş e. Gere mirov bêje Kurdên Kafkasyayê."
'500 HEZAR KURD HEBÛN'
Rojnameger Kevirbirî der barê hejmara kurdên Kaskasyayê de jî agahî da û got, "Di dema Sovyeta berê de 500 hezar kurd li wê axê djiyan. Wê demê tenê li Azerbaycanê dor 60 hezar kurd hebûn. Niha hejmara wan maye 5-6 hezar kesî. Ji aliyê bikaranîna kurdî ve jî Kevirbirî diyar kir ku kurdên Ermenistanê ji kurdên Azerbaycanê zêdetir bi kurdî didin û distînin, ji ber ku piraniya wan li gundan dijîn, zimanê xwe, jiyana xwe parastine."
Kevirbirî qala sirgûnkirina kurdan a sala 1937'an, 1944'an jî kir; zehmetiyên di vê demê de bi ser wan de hatiye anî ziman û gotin anî dema hilweşandina Sovyetê: Kevirbirî wisa got, "Di dema Şerê Qerebaxê de kurd neçar man ji wir derkevin. Hin çûn Kazakistanê, hin çûn Kirgizistanê, hinek çûn Karasnadara Rusyayê û yên ku derfet hebûn jî çûn Ewropayê. Bi vî awayî Kurdên Kafkasyayê bela wela bûn."
Piştî gotûbêjê Salih Kevirbirî romana Yaşar Kemal "Efsaneya Çiyayê Agiriyê" ku wergerandibû û ji Nûbiharê derketibû îmze kir.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Romana 'Efsaneya Çiyayê Agirî' êdî bi kurdî ye


