logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Sedhezar kesan cangoriyên komkujiyê defin kirin

Cenazeyên 20 kesên li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê di encama bombebarana balefirên şer ên rejima Suriyeyê de hatin qe

  • Dîrok: 07/09/2012
  • Beş: Nûçe

Efrîn
Cenazeyên 20 kesên li Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê di encama bombebarana balefirên şer ên rejima Suriyeyê de hatin qetilkirin, li bajarê Efrînê bi beşdariya zêdetirî sed hezar kesî hatin definkirin.

Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piranî kurd lê dijîn, duh ji aliyê balafirên şer ve hatibû bombebarankirin û di encamê de 8 jê zarok 21 kes hatibûn qetilkirin, 54 kes jî birîndar bûbûn. Ji kesên jiyana xwe ji dest dane kesek ereb e, 20 kes jî kurdên ji bajarê Efrînê ne.

Cenazeyên 20 kurdan bi konvoyek ji sedan wesayîtan pêk hat, îro anîn bajarê Efrînê yê rojavaya Kurdistanê. Piştî konvoy gihîşt Efrînê, cenaze birin Goristana Şehîdan a li gundê Metîna yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê. Cenaze li vir bi merasîmek ku zêdetirî sedhezar kes beşdar bûn, hatin definkirin. Di merasîmê de bênavber sloganên “Şehîd namirin” û sloganên ku rejîma Suriyeyê şermezar dikin hatin berzkirin.

Endamê Komîteya Derve ya Desteya Kurd a Bilind Xerîb Huso di merasîmê de axivî û komkujî şermezar kir. Huso, diyar kir ku ev komkujî nîşan dide ku rejîma Baas li dijî hemû gelan komkujiyan pêk tîne got ku divê li hemberî van êrîşan têkoşîn bê bilindkirin. Huso ji gel xwest ku li dora saziyên xwe bibin yek.

Li Navenda Çandê ya Efrînê ji bo sê rojan şîn hatiye danîn.

Navên kesên jiyana xwe ji dest dane wiha ne:

1-Emîne Îbrahîm Elî (12) ji gundê Bênê

2-Yasemîn Îbrahîm Emer (15) ji gundê Berbenê

3-Egît Mennan Mehemed (24) ji gundê Bexşê

4-Emîne Mehemet Hesen (37) ji gundê Basuta

5-Evdo Tofan Mehemed (23) ji gundê Kelîbo

6-Nebî Heysem Huso (11) ji gundê Kurtkulak

7-Suzan İbrahîm Cemîl Ji gundê Berbenê

8-Mehemet Nur Lokman Elî (5) ji bajaroka Rajo

9-Remezan Ednan İbeş (20) ji gundê Çolak

10-Şêrîn Mesut Nesan (5) ji gundê Xilnêr

11-Ciwan Mesut Nesan (6) ji gundê Xilnêr

12-Tolay Bedir Nesan (3) ji gundê Xilnêr

13-Mistefa Mehemed Mistefa (18) ji gundê Xilnêr

14-Elî Mehemed Mistefa (23) ji gundê Xilnêr

15-Sewlî Mehemed Elîko ji bajarokê Cindirêsê

16-Nede Nîdal Mamo (5) ji bajarokê Cindirêsê

17-Nîzar Yasîn Mamo (31) ji gundê Diroqliyo

18-Lokman Kemal Elî (38) ji bajarokê Rajo

19-Fetum Mistefa Mistefa (50) ji gundê Xilnêr

20-Kesek ku nasnameya wî/ê nehat tespîtkirin

21-Cîhad Erebiya (37) ji bajarê İdlib ê Suriyeyê

 

KNK'ê komkujî şermezar kir

Her wiha Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyeke nivîskî ku weşand komkujiya li Helebê bi tundî şermezar kir. KNK'ê wisa got: "Em weke KNK'ê, êrîşên rejîma Sûriyê bi tundî şermezar dikin û destnîşan dikin ku di dîroka mirovahiyê de ti zilimkarî abad nebûye, zilimkariya rejima statukoparêz ya Sûriyê jî abad nabe û wê têkbiçe. Em wekî KNK'ê, ji malbatên kesên ku di êrîşa li Helebê de jiyana xwe ji dest dane û ji tevahiya gelê kurd re sersaxiyê dixwazin, ji kesên birîndar re jî  şîfayê dixwazin.
Lê divê werê zanîn ku kurdên rojavaya Kurdistanê, êrîşên li dijî xwe jî qebûl nake û ewê heta dawiyê mafên xwe yên xwezayî, di berxwedaneke maşrû de biparêze."


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Sipasî û agahiyek

ad

Vedat Kurşun serbest berdan

ad

Leqata li dû "Leqat"ê

ad

Ji ber vê fotoyê festîval hat qedexekirin

ad

2 pirtûkên helbestan ên nû: 'Kenbaz', 'Reqsa Perperokan'

ad

Saet: 01.00: BDP'ê çend bajar, navçe û bajarok bi dest xistin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname