logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

SOZDER'ê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên berfireh pîroz kir

  • Dîrok: 23/05/2025
  • Beş: Nûçe

Diyarname
Komeleya Lêkolînên Çand, Dîrok û Wêjeya Devkî “SOZDER” ji bo 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên balkêş li dar xist. Armanca sereke ya van çalakiyan bilindkirina hişyariya zimanî û daxwaza statuya fermî û perwerdehiya bi zimanê kurdî bû.
Çalakiyên li bajaran
Di çarçoveya pîrozbahiyê de, SOZDER'ê pankart û belavokên bi sernivîsa “Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî” û gotina Celadet Alî Bedirxan, “An bi kurdî biaxivin an jî nebêjin em kurd in”, “15 Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Pîroz be!” amade kirin.
Van pankart û belavokan ji aliyê rêveber û endamên SOZDER’ê ve li navenda Mêrdînê û navçeyên wê Qoser, Dêrik, Şemrex,Nisêbîn û her wiha li bajarên Batman, Riha, Edene û Stenbolê hatin belavkirin. Belavok bi taybetî li sûk, bazar û nav esnafan hatin parvekirin da ku hişmendiya zimanî di nav civakê de bê zêdekirin û zimanê kurdî bêtir bikeve rojevê.
Banga Hevserokên SOZDER’ê
Hevserokê SOZDER’ê, nivîskar Eyup Guven, di axaftineke xwe de bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û girîngiya parastina wê anî ziman. Guven got: “Zimanê me yê zikmakî, bi taybetî zaravayên kurmancî û zazakî, li Tirkiyeyê di bin xetereyeke mezin de ye.” Wî destnîşan kir ku gotina Celadet Alî Bedirxan ji bo wan bûye bingeh: “An bi kurdî biaxivin an jî nebêjin em kurd in!”
Hevseroka SOZDER’ê Gulîzar Seyhan jî bang li hemû kurdan kir ku zimanê xwe di her qada jiyanê de bikar bînin û biparêzin. Wê her wiha diyar kir ku SOZDER ji roja damezrandina xwe ve xebatên xwe bi awayekî rêk û pêk dimeşîne û wan wekî rêveberî raportekê amade kiriye da ku hem endamên komeleyê hem jî raya giştî ji van xebatan agahdar bibe û pê re got. “Ev yek şefaftî û dilsoziya SOZDER’ê ya ji bo doza ziman nîşan dide. Em ê xebatên xwe yên zimanî di her warî de û di nava gel de bi gel re bimeşînin. Bi vê xebata me re ez bang raya giştî dikim ku teqez em bi zimanê xwe bidin û bistînin. Bila zimanê me bibe zimanê bazarê, zimanê dan û stendinê û zimanê siyasetê. Bi kurtasî zimanê jiyanê.”
Xebatên bênavber ji bo zimanê kurdî
SOZDER’ê ragihand ku ev çalakî ne tenê di çarçoveya Cejna Zimanê Kurdî de ne, lê ew ê her dem û di her şertî de ji bo parastin û geşkirina zimanê kurdî xebatên xwe bidomînin. Guven got: “Em ê zimanê kurdî bigihînin nava hemû beşên civakê, ji ber ku ziman nasnameya me ye û parastina wê erka me hemûyan e.”
Çalakiyên ku ji aliyê endamên SOZDER’ê ve bi coşeke mezin di nav gel de tên meşandin û banga wan a ji bo xwedîderketina li zimanê kurdî, bi awayekî berfireh deng vedide. Ev çalakî, ku armanca wan bilindkirina hişyariya li ser girîngiya zimanê kurdî û teşwîqkirina bikaranîna wê ye, ji aliyê kesên ku ji zimanê kurdî hez dikin ve bi awayekî erênî tê pêşwazîkirin û piştgirî didin van hewldanên wan.


SOZDER'ê li kuçe û bazaran belavokên bi kurdî belav kirin.

 

**

Nûçeyên Eleqedar:

- 'Di hestkirina nasnameyê de rolê fenomentiyê'

- Li Amed û Stenbolê gelek çalakî ji bo Cejna Zimanê Kurdî têne lidarxistin

- Li Amedê ji bo ziman meşeke girseyî

- Hevseroka SZK'ê Viyan Hesen qala rewşa zimanê kurdî ya li Rojava kir

- Li Amûdê ji bo Cejna Ziman pêşangeha wêneyan

- Li Rojava Cejna Zimanê Kurdî çawa hat pîrozkirin? (Va ne agahiyên ji gelek bajaran)

- Beytên helbestvanên kurd li erdê neqişandin lê nîqaş jî çêbûn

- CEJNA ZIMANÊ KURDÎ pîroz be

- Ji bo ziman li sedan cihan bi sedan çalakî hene

- Fotoyê rojê ji bo Cejna Ziman tê

- PEN'a Kurd konferansek li dar dixe 

- Bang ji bo Pêkanîna Bendên Manîfestoya Gîronayê

- Babat: Em xizmetek ji bo ziman dikin

- 'Sosyo-Polîtîkaya Ziman' wê bê nîqaşkirin

 

- 'Kurdan bi hev re televîzyon temaşe dikirin, lê telefonê ferdîbûnek bi xwe re anî'

- 'Weşangeriya kurdî bi rojnameya Kurdistanê dest pê kir'

- 'Sempozyûma Zimanê Kurdî' dest pê kir

- Babat: Em xizmetek ji bo ziman dikin

- 'Sosyo-Polîtîkaya Ziman' wê bê nîqaşkirin

************

  HESABÊN DIYARNAMEYÊ:
PODCAST: podcasters.spotify.com/pod/show/diyarname
YOUTUBE: www.youtube.com/diyarnamediyarname
MALPER: www.diyarname.com
TWITTER: twitter.com/diyarname1
FACEBOOK: facebook.com/diyarname
INSTAGRAM: instagram.com/diyarname1
BLUESKY: 
www.bsky.app/diyarname

   MAIL: diyarname@diyarname.com

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 04 06 2026

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

news
  • 04 06 2026

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

news
  • 01 06 2026

Li 28 gund û 8 taxan wê çalakî hebin

news
  • 01 06 2026

Îlham Ehmed dimay Efrînî, şî Şêxmeqsûd

news
  • 01 06 2026

Li Çingûşa Amedê ji bo bendav xira nebe av berdan

news
  • 01 06 2026

Kongreya Amedsporê li ser ket; va ye lîsteya rêveberî û hedefên wan

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

BBC lîsteya 100 fîlmên serketî weşand

ad

2020: Kurdên ku xatir xwestin

ad

MSD'ê banga rakirina dorpêça ser Kobanî kir

ad

2007'an amûrên xurekê zêde buha bûn

ad

Wezîrê Iraqê Husên: Divê Tirkiye hemû operasyonên xwe yên li Iraqê rawestîne

ad

'Em Roboskiyê ji bîr nakin'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname