logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Ji bo ziman li sedan cihan bi sedan çalakî hene

  • Dîrok: 10/05/2025
  • Beş: Nûçe

___Cemil Oguz___

15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Ji ber roj kovara Hawarê roja 15'ê gulana 1932'yan de hatiye derxistin kurdan ev roj wekî Cejna Zimanê Kurdî diyar û qebûl kiriye. Her sal vê rojê bi çalakiyan ev cejn tê pîrozkirin. Di vê çarçoveyê de îsal jî sazî û komeleyên kurdan xebat dane dest pê kirin. Îsal ji 4'ê gulanê heta 1'ê pûşperê bi sedan çalakî li sedan bajar û navçeyan wê li dar bikevin.

Nêzî 50'ê saziyan ku di nav de komeleyên li ser zimanê kurdî xebatê dikin, saziyên sivîl û DBP û DEM Partî jî hene. Wan eşkere kir ku di mehekê de li sedan cihan wê gelek çalakî lidar bikevin. Îsal xebat bi diruşma "Statuya Kurdî, Perwerdehiya Bi Kurdî" li dar dikeve.
Li ser vê me bi Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partî Heval Dilbihar re xeber da.

HEMÛ BAJARÊN KURDAN Û HIN BAJARÊN TIRKIYEYÊ
Dilbihar piştî balê dikişîne ser deklerasyona ku wan roja 4'ê gulanê belav kiriye, dibêje, "Heta 1'ê hezîranê li hemû bajar û navçeyên kurdan, ligel van li gelek bajarên Tirkiyeyê yên ku kurd lê dijîn çalakiyên cuda dê bêne lidar xistin."

BERNAMEYÊN HEVPAR Û BERNAMEYÊN XWESER
Dilbihar bibîr dixe ku salên borî tenê saziyên ziman ev kar kirine û wiha didomîne, "Îsal saziyên cuda, saziyên di hemû qadan de kar dikin, saziyên hiqûqî, saziyên jin, bawerî, tenduristî, partiyê siyasî di nav vê xebatê de ne. Hem dê bernameyên hevpar hebin, hem jî her sazî li gor qada xwe dê bernameyên xweser li dar bixin. Mînak jin li ser jinan, saziyên olî li ser vê, yên hiqûqê li ser hiqûqê dê bi kurdî bernameyên xweser çêbikin. Di vê çarçoveyê de kar û xebatên li gundan, li kolanan, yanê li derve jî wê bêne kirin, Maşên ziman ên gişteyî wê bêne kirin. Sempozyum, konfernas, panel wê li dar bikevin. Dîsa konên zimanên kurdî bêne vekirin li çend bajaran û wê bername li dar bikevin."

700 HEZAR BELAVOK
Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê DEM Partî Dilbihar bibîr dixe ku li van deran bi awayê sembolîk wê dersên alfabeyê bêne dayîn, konser û şahî li dar bikevin û vê lê zêde dike, "Li van gund, navçe û bajaran wê belavok bêne belavkirin. Me 700 hezar belav çap kirine, me dest bi belavkirina wan kiriye. Ji bo zarokan, ciwanan taybet bernameyên me hene."

KURDÎ LI BILBOARDAN Û OTOBUSAN
Dilbihar diyar dike ku li bajarên şaredarî di destê kurdan de ye wê li bilboardan, li otobusan afîşên bi kurdî bêne daliqandin û got ku wê DEM Partî jî di vê çarçoveyê de ji UNESCO'yê re nameyeke li ser kurdî bişîne.

ÇALAKIYÊN BI KIRMANCKÎ
Dilbihar di dawî de dibêje, "Ji bilî van li Amedê wê Konferansa PEN'a Kurd, dîsa li Wanê Sempozyûma Zimanê Kurdî li dar bikeve. Ji bilî van hin meşên me jî hene. Yek jê ji Wanê heta Bazîdê ber gora Ehmedê Xani wê çêbe. Yek jî ji Silopî heta Cizîrê ber Medreseya Sor wê li dar bikeve. Îsal xebateke taybet jî ji bo kirmanckî ye. Li bajarên ku kirmanckî lê serdest e li wan bajaran wê xebatên bi kirmanckî bêne kirin."

Vîdeoyek:
 

***

Nûçeya Eleqedar:

- Bi daxwaza 'Bila kurdî bibe zimanê fermî' dadikevin kolanan

 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Barzanî û El Şara hatin ba hev

ad

Deqe bi deqe bernameya Festîvala Mûnzûrê

ad

NY: Ji ber êrîşan karmendên me nikarin herin Minbic û Kobanî

ad

Pankarta mezinên kurdan li ser sûrên Amedê daliqandin

ad

Ev pênûs hezar û 800 salî ye!

ad

Qeybî werêbiyayişî gamî hamey eyştişî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname