Diyarname
Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê demkî yê Sûriyeyê Ahmet el Şara li Şamê hatin ba hev.
Hevdîtin li Qesra Gel a li Şamê li dar ket. Di hevdîtinê de aliyek alên Sûriyeyê, aliyê din jî ala Iraq ê û ale Herêma Kurdistanê hebûn. Tê gotin ku ligel têkiliyên Sûriye û Herêma Kurdistanê, li ser têkiyê ligel Rojava jî hevdîtin hatin kirin.
Duh hatibû ragihandin ku dê Serokê HSD'ê Mazlum Abdî jî beşdarî civînê bibe. Heta ev nûçe hat belavkirin, agahiyeke nû di vî warî de nehatiye.


