Diyarname
Hunermend Kerem Sevinç bi organîzasyona Chalak Eventsê li Taksîmê derdikeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Konsera Kerem Sevinç roja 21'ê adarê roja înê saet 21.00'an de li Arsen Lupen Taksim a Beyogluya Stenbolê li dar dikeve.
Kerem Sevînç kî ye?
Kerem Sevînç di sala 1976'an de li Pîrana Amedê hatiye dinê. Piştî dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê kuta kir, li Zanîngeha Dîcleyê Mamostetiya Erdnîgariyê xwend û dest bi mamostetiyê kir.
Sevînç, di sala 2002'yan de beşa Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Dîcleyê bi yekemînî qezenc kir û dest bi perwerdeya muzîkê kir.
Wî, albuma xwe ya pêşî bi navê "Lome" di sala 2010'an de weşand ku ji stranên zazakî pêk tê. Albuma wî ya duyemîn bi navê "Dej" 2016'an de û ya sêyem jî bi navê "Newe Ra" 2023an de derxist.
Hunermendê ku di sala 2014'an de li Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê di Kurdolojiyê beşa Zazakî de dest bi lîsansa xwe ya bilind kir, ew li ser zimanê xwe yê zikmakî de xebatên akademîk didomîne.


