KOBANÎ
Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi hevkariya Weşanxaneya Ava dê dê 1'emîn Mîhrîcana Wêjeyî li dar bixe û îsal dê Şahînê Bekirê Soreklî bikin mêvanê rûmetê.
Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin Mîhrîcana Wêjeyî wê roja 17`ê pûşperê li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar bikeve û 23`yê mehê bi dawî bibe. Mîrîcan îsal bi diruşma "Heke neyê nivîsandin, her tişt di bîrdankê de bi têra xwe tê jibîrkirin" li dar dikeve.
Di mîhrîcanê de dê pêşbaziya kurteçîrokan, helbestê bi kurdî û erebî lidar bikeve. Dîsa hin semîner dê êne organîzekirin. Ji bilî van dê şevbihurkên wêjeyî li dar bikevin û her wiha nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin.
Li ser mijarê Hevserokê Desteya Çand û Huner a Herêma Firatê Ziyad Elî ji bo ANHA’yê wisa gotiye, "Ev mîhrîcan girîng e, nexasim ji bo nivîskarên ciwan ku hewcedarî lidarxistina mîhrîcanên wêjeyî ne, ji ber ku rê li pêşiya wan vedike û pê re jî asta xwe ya wêjeyî nas dikin."
Mîhrîcana îsal dê bi navê helbestvan Şahînê Bekirê Soreklî li dar bikeve û ewê wekî mêvanê rûmetê yê mîhrîcanê be.
Şahînê Bekirê Soreklî kî ye?
Nivîskar Şahînê Bekirê Soreklî li gundê Mezre yê Kobanî hatiye dinê. Soreklî ji sala 1968’an ve li Avustralyayê dijî. Wî ligel nivîskarê karê rojnamegerî kiriye. Ji sala 1985’an ve di Radyo SBS de bernameyê bi kurdî çêdike. Wî, heta niha şanoname, helbest, roman jî di nav de bi dehan pirtûk nivîsandine.
Yên bixwazin beşdarî pêşbaziyan bibin û her wiha ji bo têkiliyê:
kobaniweje@gmail.com


