Diyarname
Hin biryar hene kes bawer nake dê bê girtin. Ev mînaka Tuchel jî wisa ye. 20 meh berê hatibû ser kar, kûpaya Lîga Şampiyonan a UEFA'yê biribû mal, lê dîsa hat qewirandin.
Em qala teknîk dîrektorê alman Thomas Tuchel dikin ku teknîk dîrektorê tîma îngilîz Chelsea bû.
Duh êvarê piştî ku Chelsea li hemberî Dinamo Zagrabê têk çû, klûbê bi yek carî dawî li peywira teknîk dîrektor Tuchel anî. Ev maça yekem a maçên koman ên Lîga Şampiyonan bû. Lê klûbê derî nîşanî wî da.
Thomas Tuchel piştî serketinên li tîm^ne wekî Borussia Dortmund û PSG'ê (Paris Saint Germain) 20 meh berê hatibû Chelsea. Wî, par di Lîga Şampiyonan de tîm kiribû şampiyon û kûpa biribû Îngilistanê. Ligel vê Kupaya Super a UEFA'yê û Kûpaya Klûbên Dinyayê ya FIFA'yê jî bi dest xistibû lê îsal di 6 hefteyên lîgê de tenê 10 pûan girt. Belkî ji ber vê yekê bû jî klûbê dawî li peywira wî anî. Bi her halê xwe ev biryar li cîhana sporê gelek balkêş hat dîtin û nîqaşkirin.