Diyarname
Li Wanê panelek bi ser navê 'Xanî û mîrasa wî ji bo roja îro' li dar dikeve.
Panela ku ji aliyê Enstîtuya Ehmedê Xanî ve tê organîzekirin, moderatoriya wê dê Ramazan Kaya bike.
Panel 30'ê vê mehê saet 17'an de li Odeya Sanayî û Bazirganî ya Wanê (VAN TSO) li dar dikeve. Di panelê de akademîsyen Prof. Dr. Abdulhadî Tîmurtaş wê li ser "Ehmedê Xanî û kesayetiya wî ya ilmî û edebî", nivîskar-parêzer Firat Aydinkaya li ser "Ehmedê Xanî di sedsala 21'emîn de" û dîrokzan-nivîskar Sînan Hakan jî li ser "Ehmedê Xanî di pêwendiyeke dîrokî de" biaxive.