Diyarname
Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê ku berê xwe daye şaredarên BDP'yî vê carê berê xwe da Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak û Sadak ji aliyê Dadgeha Bilind ve ji peywirê hat girtin.
Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak di sala 2006'an de beşdarî şîna gerîlaya HPG'ê Fatma Saka bû û li wê derê axaftinek kir. 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ev axaftin wekî "Propagandaya terorê" nirxand û 10 meh cezaya hepsê da Sadak. Ev ceza ji aliyê Dadgeha Bilind ve jî hate erêkirin. Li ser vê yekê Serdozgeriya Komarê ya Amedê serî li Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê da ku Sadakî ji peywirê bigire. Şaredar Sadak serî li Daîreya 8'an a Daniştay da û got ku wî ji çalakiya terorê mehkûm nebûye, digel ku sûceke terorê nekiriye, cezayê wî jî hatiye bi paş ve xistin û xwest ku daxwaza Wezareta Karên Hundir bê redkirin.
Lê Daniştay daxwaza Satak red kir, biryar da ku erka Sadak a hilbijartinê winda bûye û biryareke wisa da: "Di rewşa ku erka hilbijartinê ya Şaredarê Sêrtê Selîm Sadak ji holê rabûye, bi awayekî zagonî mafê wî yê li ser kar bimîne nemaye. Ji ber vê yekê jî bi xala 44/b ya zagona bi hejmara 5393'yan, bi pirdengiyê biryara ji peywirê girtinê hatiye dayîn."
Sadak: Ketin nava tirsê
Piştî biryarê Selim Sadak ji bo ANF'ê wisa got:
"- Gotinên Serokwezîr ê Tirkiyeyê Erdogan xapînok in. Yên dersa demokrasiyê didin Esad bila eyba xwe bibînin. Mebûs, şaredar, siyasetmedarên me girtî ne. Yên ku tewqîf nakin jî ji peywirê digirin. Demokrasiya ku Erdogan qal dike ev e?
- Erdogan tehemula windakirina Sêrtê nekir. Di her gotina xwe de digot ez Sêrtê dixwazim. Herhal qala vê yekê kiriye. Ketiye nava tirsê.
- Di demên dawî de AKP'ê li Sêrtê anket çêkirine. Di anketande pirsîne, 'îro hilbijartin çêbibe hûnê rêya xwe bidin kî?' Sedî 80, sedî 86 navê min û navê BDP cih girtiye. AKP ji vê tirsiya."
- Me Sêrt wekî bajareke wêran dewr girt. Kolan xirabe bû, mirov nedikarî têre bimeşe. Ji kaniyan av nediherikî. Me bajar xist şiklê bajêr. Ma li bajarekî divê otogar tune be? Ji bo îhaleya otogarê me serî li krediyê da. Digel Midûrê Giştî erê kir jî Serokên Bajêr ên AKP'ê û mebûsên AKP'ê ketin dewreyê û bi gotina 'BDP û Selim Sadak pûanan qezenc dike' kredî asteng kirin.
- Ji niha û pêde jî, pênaseyê me, peywira me çi dibe bila bibe emê li cem gelê xwe bidin û têkoşîna xwe bidomînin. Emê dest ji xizmetên xwe bernedin. Ez silavên xwe ji bo hemû gelê me dişînim."