Diyarname
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ku çend roj berê Lijneya Giştî li dar xist hin biryar girtin. KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî biryarên ku girtin weşandin.
Di 13'emîn Lijneya Giştî ya KNK'ê de li dor 50 saziyên kurd jî wekî mêvan amade bûn. Di kongreyê de ev biryar hatin girtin:
1. KNK hewildanên xwe bidomîne ku hemû dînamîkên neteweyî û welatî li ser zemînê yêkîtîya neteweyî û welatî bigihine hev.
2. Ji bo komkirina Konferansa Yêkîtîya Neteweyî û Welatî ya Kurdistanê xebat bête kirin.
3. Ji bo azadîya birêz Ocalan û hemû girtîyên polîtîk karekî berfireh bête kirin.
4. Karekî navxweyî û navneteweyî bête kirin ku birêz Abdullah Ocalan ji bo ”Xelatê Aştîyê yê Nobelê” wekî namzet bête nîşandan.
5. KNK bangî dewleta Fransayê dike ku endamê Konseya Rêvebir ya KNKê birêz Adem Uzun zûtirîn dem serbest bikin.
6. Destkevtên Kurdistanê bi giştî û bi taybetî statuya Kurdistana Federal û pêkhatina nû ya li Rojavaya Kurdistanê bêne parastin.
7. Prosesa nû ya li bakura Kurdistanê û Tirkîyeyê ku ji teref serokê PKKê birêz Ocalan û KCKê ve hatîye dest pê kirin bête destek kirin.
8. Digel Kurdan, maf û daxwazên xelkên li Kurdistanê; Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ermenî, Ereb, Tirk, Faris, Qereç û yên dî û dîn, mezheb û bawerîyên li Kurdistanê; Islam, File, Cihû, Ateîst, Elewî, Êzidî, Şiî, Yarsan û yên dî, di zemînê civata demokratîk, sosyal û sekular da bêne parastin.
9. Li Rojavaya Kurdistanê sîstemekî demokratîk, sosyal û sekular bête avakirin û di serî da leşkerî, asayişa polîsî û hemû dem û dezgeh û mekanîzmayên îdarî li ser esasê yêkbûnê bêne organîze kirin û avakirin.
10. Bang li Amerîka, YE û dewletên dî bête kirin ku PKK ji lîsteya terorê bête derêxistin.
11. Bang li UN û dezgehên dî yên navneteweyî bête kirin ku di çareserkirina doza Kurd û Kurdistanê da dadyar bin û rê li ber çareserîyeke demokratîk xweş bikin û destekê bidine xelkên Kurdistanê.
12. Bang li dewleta Iranê bête kirin ku dawîyê li îdam, şiddet û binpêkirina mafên Kurd û Kurdistanîyan bîne û digel pêşengên polîtîk yên Kurdistanê dest bi muzakereya çareserîyê bike.
13. KNK bang li dînamîkên neteweyî û welatî yên li Rojhilata Kurdistanê dike ku di navbeyna xwe da yêkîtîyeke koalisyonel pêkbînin û beramberî rejimê xwe bikin yêk û herweha digel opozisyona Iranî jî tifaqê çêbikin.
14. KNK bang li Kurdistanîyên Rojavaya Kurdistanê dike ku bi Peymana Hewlêrê [Tirmeh 2012] ve girêdayî bin û di bin rêvebirîya ”Konseya Bilind ya Kurdî” da kom bin.
5
15. KNK bang li rêvebirîya Kurdistana Federal dike ku li ser pirsa Kerkûk û navçeyên ku li derveyî tixûbên Kurdistanê hatine hêlan bi giringî raweste û wan navçeyan paşve vegerînin nav tixûbên Kurdistanê.
16. KNK bangî xelkên Tirk, Ereb û Faris dike ku ji bo avakirina sîstem û rejimên demokratîk, sosyal û sekular piştevanîya xelkê Kurd û Kurdistanîyan bikin ku bi hev ra jîyaneke aştîyane, azadane, wekhevîyane û dadyarane pêkbêt.
Kombûna Giştî ya KNKê di rêvebirîya xwe da reformek pêkîna û hem modelê hevserokîyê wekî jinek û mêrek qebûl kir, hem jî hejmara jinan di konseyê da hate zêde kirin. Di peyman û peyreva KNKê da guhorîn pêkhatin û ji bo Konseya Rêvebir û Komîteya Huqûqê hilbijartin hatin kirin.
Ji bo hevserokîya KNKê ev nav hatin hilbijartin:
1. Nîlûfer Koç
2. Tahir Kemalîzade
Ji bo Konseya Rêvebir jî ev nav hatin hilbijartin:
1. Zubeyir Aydar
2. Adem Uzun
3. Rojan Hazim
4. Dilşa Osman
5. Songul Karabulut
6. Georg Aryo
7. Surûr Kemanger
8. Rodî Melek
9. Refîk Gefûr
10. Nizamettin Toguç
11. Medenî Ferho
12. Nadîya Mizûrî
13. Behzad Pîrmûsa
Endamên cihgir:
1. Semîre Abdullah
2. Dr. Bengî Haco
3. Şehla Hefîd
Ji bo Komîteya Hiqûqê jî ev nav hatine hilbijartin:
1. Nasir Resûlî
2. Xalid Ezîzoglu
3. Jale Mehemedî
4. Ahmed Karamus
5. Feride Mehmûd
***
Nûçeyên eleqedar:
- Barzanî: Ji bo pêvajo bi serbikeve divê Ocalan azad be