Diyarname
Li ser zêdebûna trafîkê ya li dinyayê raporek hat amadekirin. Li gor raporê Tirkiye li dinyayê 10'emîn welat e ku lê gelek trafîk heye.
Fîrmaya "INRIX" ku navenda wê li DYA'yê ye bi ser GPS û daneyên şopandina rêyên bejayî re Tabloya Pûanên ji bo Trafîkê ya Dinyayê amade kir. Li gor tabloyê welatên herî zêde lê trafîk hene hatin rêzkirin. Di tabloyê de Taylanê rêza yekemîn bi dest xistiye. Li gor vê daneyê ajokar salê 61 saet di trafîkê de dîl dimînni. Paşê bi 47 saetan Kolombiya û Endonezya hene. Di rêza çaran û pêncan de bi 42 saetan DYA û Rusya hene.
Tirkiye ku di warê perwerdehî, azadiya ramanê, demokrasî û gavên din de nikare bikeve di nav 10 welatên pêşî di warê trafîkê de ketiye nav 10 welatên pêşî. Tirkiye di salê de 34 saetan ji ajokaran digire û bi vê li dinyayê bûye 10'emîn welat ku herî zêde xwedî trafîk e. Ji bajaran jî Stenbolê li dinyayê bûye 15'emîn bajarê herî zêde trafîk lêye. Dane nîşan didin ku ajokarên li Stenbolê par sedî 25'ê dema xwe ya ajotinê, li nav rojê jî sedî 20 dema xwe ya ajotinê di nav trafîkê de derbas kirine.