Diyarname
Îro 23'yemîn salvegera avakirina AKP'ê bû. Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan di merasima pîrozbahiyê de axivî. Di merasimê de 2 mebûs û 13 şaredar beşdarî AKP'ê bû. Di nav şaredaran de Şaredarê Bîrecûka Rihayê Mehmet Begit jî hebû. Begit di hilbijartina 29'ê adarê de ji Dem Partî hatibû hilbijartin, piştî mehekê bi hin sedeman îstîfa kiribû, niha beşdarî AKP'ê bû.
Erdogan piştî axaftina xwe rozeta AKP'ê bi berstûka ev mebûs û şaredaran ve kir.
Du mebûsên ÎYÎ Partî yên Stenbolê Seyithan İzsiz û Ersagun Yucel beşdarî AKP'ê bû. Şaredarên ku beşdarî AKP'ê bûn jî piranî ji YRP'ê ne. Di nav van de şaredarên bajarên kurdan Riha, Erzerom û Mûşê jî hene. Va ne ew şaredarên derbasî AKP'ê bûne:
Bajaroka Bukardi ya Elezîz-Aricakê Ali Açmaz, Şaredarê Azîzî ya Erzeromê Emrullah Akpunar, Şaredarê Xorasana Erzeromê Hayrettin Ozdemir, Şaredarê Koprukoy a Erzeromê Nevzat Karasu; Şaredarê Bajaroka Yoncali ya Bûlanixa Mûşê Fehim Kaya, Şaredarê Yeşilova ya Mûşê Omer Faruk Yenilmez; Şaredarê Bîrecûka Rihayê Mehmet Begit beşdarî AKPê bûn. Her wiha ji Edeneyê Şaredarê Saimbeyli Mahmut Dal, Şaredarê Feke Comert Ozen, Şaredarê Doganhisar a Konyayê Ali Oztoklu, Şaredarê Çaybaşî ya Orduyê Mesut Karayigit, Şaredarê Ayvacik a Samsunê Refahattin Şencan, Şaredarê Banaz a Uşakê Zafer Arpaci beşdarî beşdarî AKP'ê bûn.


